Yên li hemberî yek tîpiyê li ber xwe didin: Wê bên çirandin û avêtin 2018-01-18 08:52:09 RIHA - Kesên di dema 12'ê Îlonê de li hemberî yek tîpiyê têkoşiyan, diyar kirin ku wê girtî yek tîpiyê qebûl nekin û wiha gotin: "Wê kinc bên çirandin û avêtin."  Bertekên li hemberî sepandina kincên yek tîpî didomin. Mahmût Manasê di dema 12'ê Îlonê de li hemberî yek tîpiyê li ber xwe da, behsa berxwedana li hemberî vê pêkanînê kir. Manas di 1979'an de tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Jimare 2'yan a Amedê. Manas bi lêv kir ku îşkence gelekî zêde bû û ev tişt gotin: "Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li girtîgehan her cure îşkence dihat ceribandin. Ji bo me teslîm bigirin kincên yek tîpî li me ferz kirin. Wan çaxan me li ber xwe da û me ew kinc li xwe nekirin. Em ketin grevên birçîbûnê. Piştî greva birçîbûnê me avêtin hucreyan. Kincên ji derve ji me re dihatin nedidan me û yên li cem me jî diqetandin. Bi vî awayî dixwestin em mecbûrî yek tîpiyê bibin."    ‘DIVÊ LI DERVE BERXWEDAN MEZIN BIBE'    Manas, diyar kir ku bi yek tîpiyê tê xwestin ku îradeya mirovan teslîm bê girtin, lê belê wê şoreşger li her derî li dijî vê li ber xwe bidin. Manas diyar kir ku kincên yek tîpî amûrên îşkenceyê ne û wiha domand: "Me li dadgehan jî li xwe nekir. Em bi kincên xwe tev li danişînan dibûn. Hevalên li hundur jî li hemberî vê li ber xwe didin û wê bidin. Em dizanin wê li hundur berxwedan hebe. Lê belê divê hevalên li derve jî vê berxwedanê mezin bikin. Ji wê çaxê heta niha gelek tişt guherîn, tenê berxwedan neguherî."    'WÊ BÊ ÇIRANDIN'    Alî Çobanyildizê di dema 12'ê Îlonê de hat girtin û 10 salan di girtîgehê de ma, anî ziman ku wî jî wekî gelek şoreşgeran ciwantiya xwe li qawîşa 25'an a Girtîgeha Amedê derbas kiriye. Çobanyildizi destnîşan kir ku wê şoreşger kincên yek tîpî qebûl nekin û wiha got: "Wan salan yek tîpî jî di nav de me li hemberî her cure îşkenceyê li ber xwe da, çirandin û avêtin. Wê yên niha tên ferzkirin jî bên çirandin û avêtin."