'Êrîşa li hemberî goristanan şirk û dijminahî ye' 2018-01-18 08:50:50 AMED - Endama KÎD'ê Şîmel Begîk êrîşa li hemberî goriştanan wek "şirk û dijminahiyê" pênase kir û got ev êrîş di asasê xwe de êrîşên li hemberî nirxên civakiyî û olî yên gelekî ne.  Li gelek bajaran li hemberî goristanên PKK'iyan êrîş pêk tên û tên texrîbkirin. Bertekên li hemberî van êrîşan didomin. Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Şîmel Begîk destnîşan kir ku ev êrîş di asasê xwe de êrîşên li dijî nirxên civakiyî û dînî yên gel in. Begîk anî ziman ku êrîşa li hemberî goristanan xwe dispêre çanda lînc û talanê û komkujiyên li hemberî kurdan qet neqediyane. Begîk bi lêv kir ku di ola îslamê de dema mirovek bimire û neyê veşartin, hemû mirovên li derdorê ji vê yekê mesûl in û cenazeyên Taybet Înan û Cemîle Çagirga yên di dema qedexeyên derketina derve de hatin kuştin bi bîr xist.    Begîk got ku dewlet li hemberî gelê kurd êrîşî hemû nirxên însanî û ehlaqî dike û wiha domand: "Mogol jî dema her der talan dikirin, daxilî goristanan nedibûn. Li vê xakê mînakên wek Dersim, Zîlan, Agiriyê zaf in. Yên niha pêk tên jî berdewamiya van komkujiyan e."    Begîk got ku zilma li miriyan tê wateya ku mirov xwe û Xwedê hevber bibîne û polîtîkayên niha tên domandin derî mafên mirovan e û di îslamiyetê de cihê wan tune ye. Bi van êrîşan bi taybetî malbat û bi giştî jî hemû nirxên gelê kurd hedef hatine girtin û tenê ne di olê îslamê di hemû olan de hurmet û rêza ji bo miriyan heye. Begîk destnîşan kir ku dema kes dimire êdî tu têkiliya wî bi cîhana beşerî re namîne û wiha domand: "Kes diçe hizûra Xwedê. Bi guneh û xêrên xwe tenê li wir hesab dide Xwedê." Begîk got ku destûrnedayîna veşartina cenazeyan û texrîbkirina wan cinwartî ye û ev tişt got: "Ev tê wateya ku mirov ji dêvla Xwedê biryarê bide. Ne di olê ne jî di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye."