Rojnamevanên hatin cezakirin: Hûn nikarin rastiyan asteng bikin 2018-01-18 08:48:30 STENBOL - Rojnamevanên di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ceza li wan hat birîn diyar kirin ku îktîdar bi van cezayan nikare li asîmanên hêşîn berkazan deyne û wiha gotin: "Em biqutifin jî, bêdeng bibin jî helbet wê rastî derkevin holê." Rojnamevanên ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê (a bi KHK hat girtin) tev li kampnayaya "Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar" bûn, yeko yeko tên cezakirin. Herî dawî 3 sal û 9 meh ceza li Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol û li rojnamevan Ayşe Duzkan, Ragip Dûran û nivîskarên rojnameyê Mehmet Ali Çelebi û Huseyin Bektaş jî herkê sal û 6 meh ceza hat birîn. Bi giştî 9 sal û 9 meh ceza li rojnamevanan hat birîn. Rojnamevan Ayşe Duzkan û Mehmet Ali Çelebi biryara hat dayîn nirxandin.    DUZKAN: XALA ME YA HEVPAR NiVÎSANDINA ME YE    Rojnamevan Ayşe Duzkan a ji bo piştevaniyê tev li kampnayaya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin bû û bi hinceta "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh ceza lê hat birîn, destnîşan kir ku xala hevpar a van 5 rojnamevanên ku dadgehê ceza li wan biriye heye û ew jî nivîsandina wan e. Duzkan destnîşan kir ku ew ê tim binivîsînin. Duzkan got ku ji ber ew dinivîsnin dadgehê ev yek wek hîn jî ew nepoşmanên nirxandiye û ev tişt gotin: "Heyeta dadgehê tevî biryara Dadgeha Bilind heye jî Şahîn Alpay bernade. Her tişt aşkere ye. Kevir li cihê xwe rûdinên." Duzkan bi bîr xist ku di dema Darbeya 12'ê Adarê de bavê wê û rojnamevan Îlhan Selçûk di heman girtîgehê de bûne û wê jî şahidiya çewisandinên darbeya 12'ê Îlonê kiriye. Duzkan wiha domand: "Ez bûm şahidê 12'ê Îlonê. Rojname hatin girtin. Wê demê di Rojnameya Demokratê de dixebitîm. Hat girtin. Di serdema înternetê de sînrodarkirin ewqasî ne mumkun e. Ne ji ber neytê, ji ber teknolojiyê."    Duzkan got ku piştevanî û doz pir bandorker in û wiha got: "Min nizanibû dê evqasî bandorker be. Niha ji ber nûçeyeke biçûk jî gelek rojnamevan girtîne yan jî tên darziandin. Divê heman piştevanî ji bo wan jî bê kirin." Duzkan destnîşan kir ku biryarên bi vî rengî nikarin bi paş ve gavê bi wan bidin avêtin û gotina Galîleo ya "Ez çi bibêjim jî wê cîhan dîsa bizîvire" û wiha got: "Em biqutifin jî, bêdeng bibin jî helbet wê rastî derkevin holê."   ÇELEBÎ: PÎVANA DEMOKRASIYÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE    Yek ji nivîskarê Ozgur Gundemê Mehmet Alî Çelebî jî wiha got: "Kîjan welat dibe bila bibe, yek ji pîvanên sereke yê demokrasiyê jî azadiya çapemeniyê ye. Qadên nûçewergirtinê yên bindestan û gelan û kontrolkirina îktîdaran e. Heke çapemenî bê kontrolkirin, wê demê wê îktîdar bi awayekî hêsan otorîter bibe. Ji ber vê îktîdar berê xwe didin çapemeniyê."Çelebî destnîşan kir ku bay azadiyan nayên kelemçekirin û wiha got: "Hûn nikarin bendê deynin ber bayê. Hûn nikarin azadî û hêviyên mirovan tune bikin. Hûn nikarin berkazan deynin asîmanên hêşîn. Hûn bi darizandina rojnamevanan, bi çavtirsandinê nikarin aşkerekirina rastiyan asteng bikin. Bi sansurkirina çapemeniyê, bi girtina rojnamevanan hûn nikarin demokrasiyê ava bikin. Em ê we bikişînin binî ava, li lingên we bilefin. Wê ev yek di heman demê de we jî paqij bike."     'WÊ ROJ BÊ...'    Çelebî bi lêv kir îktîdarên ku berê polîtîkayên sansurê bi rê ve dibirin, paşê gotine "çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û wiha axivî: "Sibê an jî dusibe wê kî bibe hedef nayê zanîn. Lê wê roj bê, wê pêdiviya van îktîdaran bi çapemeniya azad çê bibe. Li Misir û gelek welatên din pêdivî bi vê yekê çê bû." Çelebî got ku bi cezayan rojnamevan nayên tepisandin.