Dema Rewşa Awarte dîsa hat dirêjkirin 2018-01-17 22:31:58   ENQERE  - Piştî civîna Desteya Wezîran, Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag daxuyanî da û got biryara ku dê 3 mehên din jî Rewşa Awarte bê dirêjkirin hatiye dayîn. Her wiha Bozdag der barê oeprasyona li hemberî Efrînê de jî dîrokeke zelal neda.    Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag, piştî civîna Desteya Wezîran a piştî Desteya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) pêk hat, daxuyanî da û got wê Rewşa Awarte sê mehên din jî bê dirêjkirin. Bozdag diyar kir ku dê dîroka Rewşa Awarte ji 19'ê Çileya 2018'an dest pê bike.   Her wiha Bozdag der barê oeprasyona li hemberî Efrînê de jî dîrokeke zelal neda.