Mafê Irmak ê parastinê asteng kirin û salek ceza birîn 2018-01-17 17:32:04   AMED - Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku ji ber axaftinek xwe ya 2015'an doz lê hatibû vekirin hat dîtin. Dadger xwest Irmak bi zorê bi riya SEGBİS'ê îfade bide û hemû daxwazên wê red kir. Heyeta dadgehê piştre salek cezayê girtîgehê li Irmak birî. Irmak bertek nîşanî dadgehê da û got: "Ev doz li gorî edaletê pêk nehatiye."    Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku ji ber di sala 2015'an de piştî civîna KCD'ê beşdarî MED NUÇE bûbû bi îdîaya "Meclîsa Tirkiye û hikûmeta Tirkiye biçûk xistiye doz lê hatibû vekirin. Dozger ji 6 mehan heta 2 salan doz vekir û danişîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye hat dîtin. Irmak ku li Girtîgeha Hêjmar 1 a tîpa F girtî ye xwest beşdarî danişînê bibe û nexwest bi SEGBİS'ê tev li danişînê bibe. Lê dadger biryar girt û xwest bi zorê Irmak bi riya SEGBÎS'ê tev li danişinêbibe. Li ser vê yekê Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê. Irmak, ku bi riya SEGBÎS'ê îfade da bi kurdî parastin kir û bi riya tercûman werger hat kirin.    'EM DIBIN ŞAHIDÊ DIJZAGONAN'   Irmak, diyar kir ku ew ne bi riya SEGBÎS'ê ew dixwaze rû bi rû parastinê bike û li salonê amade bibe û wiha got: "Min berê jî daxwaz kiribû ku ez li salonê îfade bidim. 2  carin bi zorê ez bi SEGBİS'ê îfade didim. Ev ne rast e. Bi vî rengî mafê min ê parastinê tê asteng kirin. Ez dixwazim bêm dadgehê parastinê bikim."    Piştî Irmak Prz. Reyhan Yalçındag parastin kir diyar kir ku bi vê rêbaza darizandina wekîla HDP'ê dibin şahidê li dijzagonan. Yalçindag xwest muwekila wê bê salona dadgehê îfade bide.    Prz. Erhan Urkut jî xwest Irmak bînin salona dadgehê û rû bi rû parastinê bike. Lê heyeta dadgehê bi hinceta "Ewlehiyê" daxwaza parêzeran red kir.    Irmak, dîsa mafê axaftinê girt û wiha got: "Ez parlamenterek girtî me. Der barê min de doz hatiye vekirin, lê mafê min ê parastinê tê astengkirin. Ger ku der barê min de dosyayek hatibe vekirin mafê min ê parastinê jî heye. Ji ber vê yekê divê hûn mafê min ê parastinê asteng nekin. Mijara ewlehiyê nab.e hinceta ku bê qebûlkirin. Li vir mafê min ê parastinê tê asteng kirin. Ez dixwazim dadgeh daxwaza min li ber çavan bigire."    Piştre prz. Reyhan Yalçindag xwest dem bê dayîn ku dosyayê lêkolîn bikin. Irmka herî dawî mafê axaftinê xwest û wiha got: "Ev ne darizandinek hiqûqî ye. Ez vê darizandinê adîl nabînim. Daxwaza min pêk nehatiye. Ez wekî wekîlekê ji ber axaftinên xwe têm darizandin. Ji ber vê yekê dadgehê destûr neda ku ez bi awayekî tenduristî parastinê bikim. Ji ber vê yekê li Tirkiye mafê min ê axaftinê j holê hatiye rakirin. Darazê mafê min ji holê rakiriye. Ger ku ez li hemberî we bûma min dê kariba bi berfirehî paratin kiribûya. Lê mafê min ê parastinê hatiye asteng kirin. Ji ber vê yekê darizandinek bi adîl û zagonî nehatiye kirin."    Heyetê piştre biryar da û der barê Irmak de salek cezayê girtîgehê birî. Heyetê cezayê li Irmak pirî bi şertê heta 5 salan ceza nexwe taloq kir.