Cerdevanê îstîsmar kir bi cilê taxim derket pêşberî dadger 2018-01-17 17:49:43 WAN - Li Wanê cerdevan Tekîn Gulaçtî yê îstîsmarê 3 xwişkên astengdarên mejî kir bi kincên taxim û krawetê beşdarî danişînê bû. Danişîna hat taloqkirin. Bavê zarokan A.Y. diyar kir ku îstîsmar li keçên wî hatin kirin ji Kanûna 2016’an ve tê zanîn û bertek nîşanî ne cezakirina bersûc da.  4’emîn danişîna doza cerdevan Tekîn Gulaçtî yê 5 salan tecawizî 2 jê zarok 3 xwişkên astengdarên mejî yên li Wanê kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Parêzerên Baroya Wanê, malbata zarokan, bersûc Gulaçti û parêzerê wê beşdarî danişînê bûn.  Guleçtî bi kincên taxim û kravatê beşdarî dozê bû û li aliye bavê zarokan lê rûniştî mêze kir, dest û mile xwe lê hejand.     RASTÎ RED KIR    Piştî tespîta  nasnameyan Gulaçtî parastin kir û îdîa kir ku rastî bêbextiyê hatiye. Dûre parêzerê bersûc parastin kir û wiha got: “Bêguman ev bûyera bi serê 3 zarokên astengdar hatî pir xemgîne. Lê hemû îfadeyên zarokan ne zelalin. Raste muwekîlê min li qereqolê behsa îstîsmarê kir, lê dibin zextan de ev yek qebûl kir.”    BAVÊ ZAROKAN ÎSYAN KIR   Şandeya dadgehê, ji bo kêmahiyên di dosyayê de bên temam kirin, doz taloqî 16’ê Adarê kir.    Bavê zarokan A.Y. di derketina Eliyê de li dijî taloq kirina dosayayê îsyan kir û wiha got: “Bûyera îstîsmarê ji meha Kanûna 2016’an û vir ve tê zanîn, lê hîna bersûc nehatiye ceza kirin. Bi mehan em heman êşê dijîn. Ji ber xizaniyê em nikarin  parêzeran bigirin. Gulaçti dest û milê xwe dihejîne  û tê dadgehê. Em jî dinava  qehra xwe de dimînin. Ma ev edalet e. Em edaletê dixwazin û bila edalet cihê xwe bibîne."