Danişîna duyemîn a Demîrtaş taloq bû 2018-01-17 17:38:25 ENQERE – Danişîna duyemîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Enqereyê hat dîtin taloq bû.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê li ber avahiya HDP’a Stenbolê axivîbû û bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hikumeta Komara Tirkiyeyê kêm xistiye” der barê wî de doz hatibû vekirin. Demîrtaş ji vê dozê îro li 25’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Enqereyê derket pêşberî dadger. Danişîna dozê li Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Demîrtaş îro ji doza bi îdiaya “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye berat kir. Piştî vê danîşînê di danişînê de derket pêşberî dadger.   Dadgehê danişîna duyemîn a Demîrtaş taloqî 18’ê nîsanê kir.