Karkerê înşaetê di bin axê de ma û mir 2018-01-17 17:09:17 STENBOL - Li Stenbolê karkerekî înşaetê ji ber ax hilweşiya di bin axê de ma û jiyana xwe ji des da.  Li navçeya Sultangazî ya Stnebolê li qada înşaetekê ax hilweşiya û karkerek di bin axê de ma. Karkerê di bin axê de ma, jiyana xwe ji dest da. Karkerê 23 salî Cumali Yildiz ku di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da rakirin morga saziya tipa Edlî.