Akdag ê li Pîranê binçav kirin, girtin 2018-01-17 16:11:55 AMED – Welatî Mahmut Akdag ê di 10’ê çile de li navçeya Pîranê hatibû binçavkirin bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.  Di 10’ê çile de li navçeya Pîrana Amedê di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Mahmut Akdag bi 3 kesan re hatibû binçavkirin. Piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan Akdag derxistin Edliyê. Dozger bi daxwaza girtinê Akdag sewqî dadgehê kir. Piştî parastina li dadgehê, dadger bi îdiaya Akdag “Endamê rêxistinê ye” da girtin.  Akdag şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    3 kesên bi Akdag re hatibûn binçavkirin di rojên derbasbûy de hatibûn berdan.