Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylu berat kir 2018-01-17 16:08:22 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji doza bi îdiaya “Heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye berat kir.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya “Heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye doz lê hatibû vekirin. Demîrtaş ji vê dozê îro li Enqereyê hat darizandin. Demîrtaş li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Enqereyê derket pêşberî dadger. Piştî Demîrtaş parastin kir ji dozê berat kir.