Êrîşa li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne 2018-01-17 15:37:00 MÊRDÎN - Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar bertek nîşanî hewldana êrîrîşeke li dijî Efrînê da û aşkera kir ku dê ev êrîş ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne û xwest dest ji vê polîtîkayê berdin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser êrîşeke li dijî Efrînê û xirakirina goristanên gerîlayên HPG'ê, daxuyanî da çapemeniyê. Civîna li avahiya bajêr hat lidarxistin de, rêveberên HDP û DBP'ê yên navç û bajêr, endamên Meclisa Jinên HDP'ê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdar bûn.   ‘DÊ QEZENCEKÎ JI BO TIRKIYEYÊ NEYNE’   Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar diyar kir ku hikumeta AKP'ê şer sor dike, xwest dest ji vê polîtîkaya rizyayî berde û ev tişt got: "Serokomar Erdogan, plan dike ku bikeve Efrînê, lê dê ev tu qezencî ji bo Tirkiyeyê neyne. Careke din dixwazin li Rojava planên şer bikin. Divê gelê kurd di warê operasyona li dijî Efrînê de serwext bin."   ‘ÊRÎŞÊ NIRXÊN GEL DIKIN’   Sîncar bertek nîşanî derxistina cenazeyên ji Goristana Xerzanê jî da û wiha got: "Ji dema Şêx Seyît heta niha polîtîkaya wan eynî ye. Ev êrîş li dijî nirxên gel pêk tê. Em vê qebûl nakin. Em ê li dijî van pêkanînan derkevin."