Angaşta li Girtîgeha Silîvriyê sepandina yek reng dest pê kir 2018-01-17 15:05:37 STENBOL – Hat angaştkirin ku li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an sepandina cilên yek reng dest pê kiriye û ji ber girtiyên bi navê Îlker Altundal û Gokhan Keskîn sepandinê qebûl nekirine hatine derpkirin.  Li aliyekî li dijî sepandina cilên yek reng a li girtîgehan nerazîbûn û nîqaş dewam dikin û li aliyê din hat angaştkirin ku li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an sepandina cilên yek reng dest pê kiriye. Li gorî Buroya Hiqûqê ya Gel ku di hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê de parve kiriye ev angaşt derketiye holê.    Buroya Hiqûqê di hesabê xwe yê Twîtterê de ev tişt parve kir: “Miwekîlên me Îlker Altundal û Gokhan Keskîn ên li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an dimînin, dema xwestin wan bibin danişînê Dadgeha Înfazê cilên yek reng li wan ferz kirine. Ji ber qebûl nekirine rastî êrîşê hatine û îşkence li wan hatiye kirin.”