Bi îxbarek bê nav gorên endamên rêxistinan qeyd kirin 2018-01-17 14:50:02 EDENE – Li Edeneyê piştî îxbara bê nav ji BÎMER’ê re hat kirin, polîs çûn Goristana Kuçukobayê û gorên aîdî endamên rêxistinê yek bi yek qeyd kirin.  Polîsan li Goristana Kuçukobayê ya li navçeya Seyhana Edeneyê gorên endamên HPG, YPG, BOG, YPS, YPS-JIN û YPJ’ê yek bi yek kifş kirin û goran qeyd kirin. Hat zanîn ku qeydên li goran piştî bi rêya maîlê îxbarek bê nav ji Navenda Ragihandina Serokwezîrtiyê (BÎMER) re hatiye şandin, qeydên goran pêk hatine.    Di nivîsa bi rêya maîla ji BÎMER’ê hat şandin, ji wan hat xwestin ku gorên aydê endamên rêxistinê bên hilweşandin.    Kar û barên der barê gorên li Goristana Kuçukobayê de pêk hatin, pirsa gelo dê piştî goristanên Bedlîs û Mûşê, dê gorên li vir jî bên hilweşandin anî bîra raya giştî.