Walî qedexe kir, polîsan desteser kir 2018-01-17 13:45:01 ENQERE - Polîsan dest danîn ser wesayîtên welatiyên xwestin danişîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bişopîn in. Walîtiya Enqereyê jî hemû çalakiyên li bajêr qedexe kirin.  Li Enqereyê polîsan dest danîn ser otobusên welatiyên li Parka Vedat Dulukay ên xwestin 2 danişînên cûda yên Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîtaş bi şopînin. Hat diyar kirin polîsan nehiştin otobus bên qada girse bicivin û gelek welatiyên xwestin biçin Girtîgeha Sîncanê bi derfetên xwe, xwe gihandin girtîgehê.    QEDEXEYÊN WALÎTIYÊ   Walîtiya Enqereyê bi hinceta danişîna Demîrtaş daxuyaniyek nivîskî weşand û hemû çalakiyên li bajêr ji bo rojekê qedexe kir.