Hatîmogullari: Tirkiyeyê li Kobanê winda kir, dê li Erfînê jî winda bike 2018-01-17 13:37:35 ENQERE - Hevseroka SKYP'ê Tulay Hatîmoglular, gefên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan nirxand û da zanîn ku Tirkiyeyê çawa li Kobanê winda kiriye, dê li Efrînê jî winda bike û ev tişt got: "Li wir gelekî bawerî pê anî heye." Serokê Gişî yê AKP Tayyîp Erdogan, her gava ku devê xwe vedike heqaretê li kurdan dike, gefan li kurdan dixwe. Erdogan herî dawî dîsa gef li gelên Efrînê xwar, dê îro di rojeva Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de dîsa Efrîn û êrîşên li dijî kurdan hebin. Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji Nûve ya Sosyalîst (SYKP) û pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmoglulari, hewldana operasyona li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku Tirkiye biryareke wiha bide, dê biryara herî xirab be.   'ERDOGAN KURDÊN CÎRAN NAXWAZE'   Hatîmoglulari aşkera kir ku Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn "mezin" winda kiriye û projeya "hêza lîderî" ya Erdogan a herêmê rûxiya ye û ev tişt got: "Sedema yekemîn; dixwaze vê windahiyê li herêmê ji nû ve berhev bike. Ya duyemîn û herî girîng kurdên li Rojava xwedî gelek destkeftiyan e û serkeftinek heye. Hemû cîhan Rojava rewa dibîne. Civîna li Soçiyê heye. Di vê hevdîtinê de PYD wekî PYD nehat dawetkirin, lê gelek hêzên nêzên wê û nav dê ihtimalek mezin bi ser daxwaza Rûsyayê tev li bibin. Heke di dawiya vê mehê de paşvexistinek çê nebe, dê hevdîtinên li Soçiyê pêk bên. Di vê civînê de dê Sûriye bê nîqaşkirin. Dîsa dê makeqanûna Sûriyeyê bê rojevê. Erdogan dixwaze vê provoke bike. Li dijî ihtimaleke ku li Soçiyê federatîf bê qebûlkirin, Tirkiye li dijî destkeftiyên kurdan derdikeve û federasyonê naxwaze. Yek jî sedemên ku Efrîn kiriye armanc ev e. Kurdan wekî cîran qebûl nake. Gelekî rewabûna xwe bi dest xistiye qebûl bake."   'BI AGIR DILEYZE'   Hatîmoglulari da zanîn ku desthilatdarî herî zêde dixwaze polîtîkaya navxweyî xerc bike û wiha pê de çû: "Desthilatdariya AKP'ê her gava ku li Tirkiyeyê ditengije, kartê Efrînê her dem di bin destê xwe de digire. Bi gotina 'Em ê şer bidin destpêkirin' beşa muhafazakar û nijadperest, girseya xwe konsolîde dike. Erdogan di têkiliyên navneteweyî de gelekî tengijiye. Yek jî sedemên operasyona li dijî Efrînê û anîna rojevê ev e. Dixwaze vê tengijîna xwe ya li nava welat, hinekî veke. Lê divê ji qada navneteweyî erêbûnekê bixwaze. Heke Tirkiye beyê destûra DYA û Rûsyayê bi serê xwe tev biger, dê her du hêzan bigire hemberî xwe. Ev ê bibe şerekî mezin. Ji ber wê tasarrufa der barê Efrînê ya Tikryeyê gelekî krîtik û girîng e. Tirkiye bi agir dileyze."   LI EFRÎNÊ ÇI LI BENDA TIRKIYEYÊ YE?   Hatîmoglular, derbirî ku dê dawiya Tirkiyeyê li Efrînê wekî Kobanê be û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi rastî jî li Efrînê girseyeke kurdan a qedîm û xwe cihî heye. Kurdan tecrûbeyeke şer a mezin girtiye. Bêguman şer tiştekî xirab e, lê gelek tiştan dide fêmkirin. Di warê teknîkî de jî hêzeke kurdan a cidî heye û bi gurç û pêçin. Hêza leşkerî jî heye. Li gel vê, civakeke ji hemû cure êrîşan re amadeyî û bi bawer heye. Ev jî li Kobanê dan nîşan. Gelê kurd ê li cîhanê û bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê dijî, bi hêzên demokratîk re di nava têkiliyê de ne. Ez di wisa difikirim ku dê heman piştgiriyê di mijara Efrînê de jî bidin nîşan. Heta ji Kobanê zêdetir û bi leztir dê xwe bide nîşan. Ji ber ku Efrîn bi salan e di rojevê de ye. Ji bo li Rojava kanton negihêjin hev, Tirkiyeyê ev her dem di rojevê de girt. Pêvajoyeke bi pevçûnên mezin li benda Tirkiyeyê ye. Heke Tirkiye vê biryarê bide dê bibe biryara herî xirab."