Miduriyeta Polîsan qeydên guhdarkirina Karataş jê biriye 2018-01-17 12:04:28 AMED – Miduriyeta Polîsan a Amedê nivîs şand danişîna doza Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de tê darizandin û ragihand ku qeydên guhdarkirina lêpirsîna KCD’ê jê hatine birin.    Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş di 27’ê tîrmeha 2017’an de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat girtin û li ser îtîrazê di 22’ê îlona 2017’an de jî hat berdan. Karataş bi îdiaya “Rêxistin avakiriye û birêve biriye” tê darizandin û ji 15 salan heta 22 sal û nîv ceza jê re tê xwestin. 2’yemîn danîşna doza Karataş li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Karataş û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Miduriyeta Polîsan a Amedê nivîs şand danişînê. Miduriyetê destnîşan kir ku qeydên guhdarkirinê yên bi riya amûrên teknîkî ku di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de îmha bûne û mînakek ji vê dengê hatine qeydkirin di 2’ê sibata 2014’an de radestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê kirine.    Pişt re dozger mutala xwe da. Dozger xwest qeydên axaftina Karataş bên komkirin û bişînin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Dozger xwest şertê kontrola adlî ya der barê Karataş de dewam bike.    Pişt re Karataş axivî û parastina xwe ya berê dubare kir û xwest şertê kontrola adlî ji ser wî bê rakirin. Parêzerên Karataş jî xwestin şertên kontrola adlî ya miwekîlê wan bê rakirin.    Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkere kir. Heyetê xwest mînakên qeydên deng ji bo bên rûbirûkirin bişînin ATK’ê û qeydên axaftinê yên hatine guhdarkirin bikin tape û ji bo bişînin Miduriyeta Polîsan a Amedê biryar nivîs bişînin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Her wiha heyetê daxwaza rakirina şertê kontrola adlî û qedexeya derketina derveyî welat a li ser Karataş jî red kir.    Bi boneya kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin dozê taloqî 30’ê gulanê kir.