'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî yekîtiya gelan e' 2018-01-17 11:13:44 EDENE - Piştî Seroke AKP'ê Erdogan got "Ger gav em dikarin têkevin Efrînê" û çapemeniya nêzî AKP'ê bi yek dengî şer sor dikin bertekên gel ên li dijî sorkirina şer û ketina Efrînê zêde dibin. Endamê HDK'ê yê Bajarê Edeneyê Osman Polat, bertekên xwe anîn ziman û got: "Ger ku Tirkiye êrîşî Efrinê bike dê di navbera gelên Tirkiye de şikandinek mezin çê bibe. Dê şikandina hestan zêde bike."  Di rojên dawi de rayedarên hikûmeta AKP/MHP'ê bi daxuyaniyên xwe diyar dikin ku dê di demek nêzîk de êrîşî Efrînê bikin. Herî dawî Serokê MHP'ê Bahçelî got "Divê Tirkiye di wextekî herî nêzîk de têkeve Efrînê" Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî got "TSK dê pirsgirêka Efrîn û Minbiçê hal bike. Amadekariyên me temam bûne. Di her gavê de em dikarin têkevin Efrînê." Rojname û çapemeniyên nêzî hikûmetê jî bi manşetên xwe yên îro gotinên bêtir şer sor dike û Hikûmetê har dike avêt. Li dijî van gotinên ku şer sor dike nûner û rêveberên saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên demokratîk bertekên xwe anîn ziman.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Edeneyê Mehmet Yaşik, diyar kir ku AKP her dem gelê kurd înkar dike û tune dihesibîne û wiha got: "Sedema sorkirina şer ewe ku dixwaze her dem îktîdar be. El Nusra dide pişta xwe û li dijî kurdan şer dike."    'DIXWAZE WELAT TÊXE NAVA ŞERÊ NAVXWEYÎ'   Yaşik, destnîşan kir ku gelê kurd ne bi tenê ye û armanca îktîdarê ewe ku şerê navxweşî gur bike û Tirkiye têxe nava şerê navxweyî. Yaşik, da zanin ku gelê kurd çawa li Kobanê xwedî derket dê li Efrînê jî xwedî derkeve.  Yaşik, bilêv kir ku êrîşa li dijî kurdên Efrînê li dijî Kurdên Edene, Stenbol Îzmir û hemû kurdan in.    'GER TÊKEVE EFRÎNÊ DÊ HEMÛ GEL ZERAR BIBÎNE'   Yaşik, destnîşan kir ku îro kurd bêdeng xuya bike jî di rastiyê de kurd ne bêdeng in û wiha got: "Divê AKP û Serokê wê zanibe ku li tirkiye keştiyek noqî avê bibe dê hemû Tirkiye noqî ave bibe."    Yaşik, herî dawî destnîşan kir ku armanca îktîdarê ne tenê êrîşa Efrinê ye û wiha bi dawî kir: "Ev êrîş li dijî yekîtiya gelan, li dijî yekîtiya gelê kurd û tirk e. Li dijî xwişk û biratiyê ye."    ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ GELÊ KURD E'   Endamê Lîjneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê Osman Polat jî anî ziman ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî gelê kurd e û wiha got: "AKP şer sor dike. Em wekî HDK'ê li dijî vê yekê bêdeng naminin. Em dê hêzên demokratik bi rêxistin bikin û têşin nava tevgerê. Ev êrîş ne tenê li dijî Efrinê ye. Li dijî hemû gelên demokratîk ên Tirkiye ye. Li dijî gelê Tirkiye ye. Dîktatoriya AKP'ê ij bo karibe bêtir diktatoriya xwe xurt bike dixwaze şerê li Rojhilata Navîn geş bike. Ger ku li dijî Efrînê êrîş pêk bê dê yekîtiya gelên Tirkiye zerar bibîne. Dê yekitiya gelan bişkê. Ne tenê di nava gelê kurd û tirk de, dê di nava hemû gelên Tirkiye de şikandinek çê bibe."     Polat, destnîşan kir ku bi vî şerî dixwazin hêzên demokratîk ên herêmê bi pelçiqînin û wiha bi dawî kir: "Lê gelê herêmê û hêzên demokratîk dê bi berxwedana xwe bersîvê bidin vê yekê. Her kes dê xwe biparêze. Divê li dijî şer hêzên demokratîk bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir xwe biparêzin. Divê hemû gelên li Tirkiye li dijî êrîşên faşîzan ên AKP'ê bibin yek û yekîtiya xwe xurt bikin. Têkoşîna xwe xurt bikin."  Ji ber ku AKP li her derê şer kaos, bêçareseriyê pêş dixe. AKP bê çareserî ye. AKP li Tirkiye di mijara pirsgirêka kurd de jî bê çareserî ye. Bêtir pirsgirêkan ava dike."