Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses hat binçavkirin 2018-01-17 10:01:46 MÊRSÎN - Polîsan bi ser mala Gerînendeya Giştî ya Mersin Radyo Ses a bi KHK'ê hat girtin Semra Ozlu de girt û ew li malê binçav kirin.  Gerînendeya Weşana Giştî ya Mersîn Radyo Ses ya bi KHK'ê hat girtin, li malê hat binçavkirin. Polîsan serê sibê bi ser mala wan de girt û li malê lêgerîn kir. Di lêgerîna malê de Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Radyo Ses Semra Ozlu binçav kirin. Sedema binçavkirina Ozlu, nehat zanîn. Ozlu birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.