Ceza li mirî birîn 2018-01-17 09:47:21 BEDLÎS – Li Xelatê, ji ber êrîşa li dijî Ahmet Turk ku di sala 2010'an de li Samsûnê pêk hatibû şermezar kirin, 7 sal in 18 kes tên darizandin. Yek ji van kesên tê darizandin jiyana xwe ji dest daye, lê ceza lê hatiye birîn.  Di sala 2010’an de li Samsûnê kesekî bi kulman êrîşî Serokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin Ahmet Turk kiribû. Di vê êrîşê de Turk ji rûyê xwe birîn bûbû. Bi boneya êrîşa li dijî Ahmet Turk şermezar bikin di 13’ê Nîsana 2010’an de li navçeya Xelatê ya Bedlîsê daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn. Bi hinceta “Meş û civînan der qanûnê li dar xistine” doz hatibû vekirin û 7 sal e tên darizandin.    DER BARÊ 9 KESAN DE 11 SAL CEZA    Dadgehê der barê 18 kesên ji rêveber û endamên partiya wê demê DTP’ê pêk tên di sala 2014’an de biryar da. Dadgehê li Necat Oruç, Besîm Baycan, Vedat Oruç, Mehmet Atif Yildizli, Alaattîn Tokova, Nesîm Ergîn, Abdullah Yildizli, Ahmet Akbudak, Ahmet Demîr bi giştî 11 sal û mehek cezayê hepsê birî. Dadgehê ji bo 9 kesên din jî biryara hukmê cezayê wan bê taloqkirin dabû.      LI MIRÎ JÎ CEZA BIRÎN    Dadgeha Cezayê ya 16'emîn a Bilind di 2017’an de biryara dadgeha herêmî ku ceza dabû xera kir. Her wiha dadgeha bilind der barê 9 kesên din de jî taloqkirina hukmê ku da jî red kir. Ji 9 kesan cezayê Necat Oruç bi hinceta “Di hukmên hat dayîn de îsabetî nehatiye dîtin” hat êrêkirin. Ji bo 7 kesên din îtîraza temyîzê di cih de hat dîtin û ji bo darizandina ji nû ve biryar da. Yek ji nokteyek ku dadgeha bilind balê kişand ser jî ew bû ku rêveberê partiyê Ahmet Akbudak ê ku salek û 3 meh ceza lê hatibû birîn di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû û lê hêj doza der barê wî de dewam dikir. Piştî lêkolînkirina qeydan biryara doz bê betalkirin hat dayîn.    Der barê 7 kesan de darizandina ji nû ve di 4’ê kanûna 2017’an de danişîna ewil li Dadgeha Cezayê Asliye ya Xelatê hat dîtin.