'Dewlet ji ber tirsa fikrên Ocalan tecrîdê giran dike' 2018-01-17 09:46:27 WAN – Parêzera Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku fikrên Ocalan ên li dijî modernîteya kapîtalîst daniye holê tên astengkirin û got: “Li gel ku di nav çar dîwaran de ye jî, fikrên wî bandora xwe li ser gelek tiştan dikin. Ji ber ku dewlet ji fikrên birêz Ocalan ditirse her diçe tecrîda li ser wî giran dike."  Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Bi taybetî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzer li gel bi sedan serlêdanên daxwaza hevdîtinê dikin jî nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal tecrîda li ser Ocalan nirxand. Uysal diyar kir ku 19 sal e tecrîd ji çarçoveyek hiqûqî derketiye û bi aliyê xwe siyasî û polîtîk li pêş dikeve û got: “Vê tespîtê ne tenê parêzer dikin, birêz Ocalan bixwe jî vê tespîtê dike. Wisa tê xuyakirin dê tecrîdê bidin domandin.”    Uysal destnîşan kir ku rêveberên modernîteya kapîtalîst, yên li Rojava û Rojhilata Navîn şer didin meşandin heman kes in û wiha axivî: “Ev hêz ji bo berjwendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dewam bikin, fikrên birêz Ocalan ku daniye holiyê asteng dikin û nahêlin belav bibe. Ewil di şexsê wî de komplo pêk hat û pişt re birin Grava Îmraliyê. Niha jî ji bo ramanên wî neyên belavkirin li ser birêz Ocalan tecrîdê girantir dikin. Ev tecrîda giran temamî li dijî bîrdoziya Ocalan e. Li gel vê yekê fikrên Ocalan tenê li Rojava li tevahiya Rojhilata Navîn rastî xwedî derketinê û eleqeyek mezin tê. Ramanên Ocalan îro li gelek welatên Ewropayê tên nîqaşkirin.”    ‘DIXWAZIN QEYD Û BENDAN DEYNIN PÊŞIYA RAMANÊN WÎ’    Uysal da zanîn ku li Elmanya konferansek bi navê “Serî Rakirina Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst” hat lidarxistin û wiha dewam kir: “Mijara sereke ya vê konferansê ew bû ku paradîgma modernîte ya ku birêz Ocalan derxistiye holê. Heta îro li dijî pergala kapîtîlast gelek nîqaş û fikir derketin holê. Lê yek fikrek jî jî wek fikrên birêz Ocalan ku li dijî modernîteya kapîtalîst derdikeve ne bi bandor in. Paradîgma birêz Ocalan îro li Rojava wekî hestî û goşt bi hev ve zeliqiye. Ev paradîgma li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye. Hin hêz ji bo nehêlin ev fikir û raman li pêş bikevin û belav nebin bi destê Tirkiyeyê li ser Ocalan tecrîdê giran dikin û dixwazin birêz Ocalan bêdeng bikin. Dixwazin li gorî xwe pêşî li ramanên Ocalan bigirin û qeyd û bendan deynin.”    ‘JI BER TIRSÊ TECRÎDÊ GIRAN DIKIN’    Uysal diyar kir ku fikrên Ocalan ên li dijî modernîteya kapîtalîst daniye holê tên astengkirin û got: “Li gel ku di nav çar dîwaran de ye jî, fikrên wî bandora xwe li ser gelek tiştan dikin. Ji ber ku dewlet ji fikrên birêz Ocalan ditirse her roja diçe tecrîdê li ser wî giran dike.”    MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas