Çala 2 zarok têde mirin hêj vekirî ye 2018-01-17 09:31:07 ÎZMÎR - Li Navçeya Karabaglarê 2 zarok di çala Fîrmaya înşaetê ya Uzundereyê vekiribû de fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên taxê bertek nîşanê fîrmayê dan û gotin: "Fîrma ji bo qezenca zêde bi dest bixin, jiyana mirovan dixin xetereyê. Hîn jî ew çal nehatiye girtin." Li herêma Uzundere ya navçeya Karabaglara Îzmîrê, fîrmayên Nuhoglu Înşaat, Ayber Înşaat û Alt û Ust Yapi, di bin navê "Projeya veguherandina bajêr" de li qada înşaetê ji bo ava baranê bê tahliyekirin, çalek vekir. Yusuf (7) û birayê wî Alî Tencîrlîoglu yê 5 salî ketin çalê û jiyan xwe ji dest dan.   Der barê bûyerê de 6 kes hatin girtin. Çala ku bû sedema mirina du zarokan, hîn jî der û dora wê nehatiye girtin. Herêma ku her derê wê ji heriyê kes nikare gav bavêje, ji bajarên cuda 5 malbat hatine lê bi cih bûne û di konan de dijîn. Malbat bi berhevkirina xurdeyan debara xwe dikin. Çala ku ji bo zarokên wan xetere ye, dixwazin tevdîrên wê bên girtin.   ‘HEKE XIZANÎ TUNE BÛYA…’    Bavê 2 zarokan Alî Tîmî (38) ji Osmaniyeyê hatiye û li herêmê xurdeyan kom dike, aşkera kir ku ew wekî karker diçin ku, bi rewşên wiha re rû bi rû dimînin û ev tişt got: "Em dixwazin zikê zarokên xwe têr bikin. Ji bo em xwe germ bikin, li taxan êzingan kom dikin. Em nikarin komirê bistînin, dagat me ya mehane tune ye. Em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Heke ev xizanî nebûya, dê zarokên me dibistan jî bixwandanan. Dê ev mirin jî pêk nehatana."   Ji ber ku hêj tevdîrên ji bo çalê nehatine girtin, Tîmî bertek nîşan da û di vê der barê de jî ev tişt gotin: "Fîrmayên înşaetê ji bo hêj zêdetir qezenc bikin, jiyana mirovan dixin xetereyê. Di demên dawî de karkerên înşaetê heqdestiya xwe nagirin û gelek ji ber ku tevdîr nayê girtin jiyana xwe ji dest didin. Dizanin em li vir disekinin. Divê tevdîrê bigirin. Dibe ku ji nişkêva zarokên me bikevin çalê."   ‘BILA TEVDÎRÊ BIGIRIN’   Elîf Tîmî (34) jî destnîşan kir ku ew di pergaleke bêedalet de dijîn, cihê ku kon lê vedane kirê jî didin, cihê ku lê dimînin ji bo wan xetere ye û ev tişt anîn ziman: "2 zarokan jiyana xwe ji dest da lê dîsa jî tevdîr negirtine. Dibêjin 'Xwedî li zarokên xwe derkevin.' Ji dêvla ku me hişyar dikin, bila tevdîra çalê bigirin."