Dozger ji ber belavkirina rojnameyê 15 sal ceza xwest 2018-01-17 09:28:02 ÎZMÎR - Dozger îdîanameya der barê Semîha Mete ya dema rojname belav dikir hat binçavkirin û girtin, amadekirin. Ji ber nûçeyên di rojnameyê de der barê Meteyê de heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger rojnameyê wekî "Avaniyeke organîzeyî" pênase kir.  Di 21'ê Tebaxa 2017'an de belavkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê Semîha Mete, dema li navçeya Bûca ya Îzmîrê rojname belav dikirin hat binçavkirin û paşê hat girtin. Îdianameya der barê Meteyê de hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 18'emîn a Îzmîrê hat qebûlkirin. Di îdianameyê de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û Propagandaya rêxistinê" ji 6 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê cezakirina Meteyê tê xwestin. Di îdianameyê de parvekirinên medyaya civakî ji bo îdiaya "propagandayê" delîl hatine hesibandin û hatiye derpêşkirin ku di navbera 5'ê Kanûna 2015'an û 24'ê Çileya 2016'an de ev sûc kirine. Her wiha dîroka "endamtiay rêxistinê" ya Meteyê jî 21'ê Tebaxa 2017'an roja ku hatiye binçavkirin hatiye nîşandan. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku der barê Meteyê de îxbar çê bûye.    ÎDIANAME JI NÛÇEYÊN ROJNAMEYÊ PÊK TÊ    Di îdianameya ku ji 6 rûpelan pêk tê de, nûçeyên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Azadiya Welat (a bi KHK'ê hat girtin) ên 21'ê Tebaxa 2017'an û parvekirinên civaka medyayî ji bo îdiaya "Propagandaya rêxistinê" delîl hatin hesibandin. Nûçeyên der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya yên HDP'ê, xweseriya ku li Şengalê hatiye îlankirin, gotûbêja bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re hatiye çêkirin, Operayona Telaferê û şewatên daristanên li Dersimê cih girtin. Her wiha dozger ji bo nûçeyên der barê Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin jî wiha got: "Avaniya jinan a rêxistina terorî ya PKK/KCK'ê."    Dozger ji bo forma abonetiyê, hejmarên rojnameyan ên li lênûska hesaban hatine nivîsandin û xercaneyên ku hatine kirin jî derpêş kir ku ji van tiştan jî dixuyê ku Mete di nav "avaniyeke organîzeyî" de dixebite û pereyên ko berhev dike ji qademekeye bilind a ser xwe re dişîne. Her wiha ji ber parvekirineke medyaya civakî ya Meteyê ku der barê Dîlan Kortaka ku di 7'ê Kanûna 2015'an de li Sancaktepeya Stenbolê di avêtina ser malê de hat kuştin jî, dozger wek delîl hesiband û bêyî biryareke dadgehê hebe Kortakê "endama rêxistinê" nîşan da.    Wê dîroka danişîna ewil a Meteyê van rojan bê diyarkirin.    MA / Ahmet Kanbal