Ji be bertek nîşanî komkujiya Dîlokê da 10 meh ceza xwar 2018-01-17 09:24:37 DÎLOK– Li gor girtenameya polîsan Yilmaz Yaman di dema komkujiya Dîlokê de qîriyaye û gotiye: "Dewlet li kuderê ye, dewlet DAIŞ'ê diparêze, dewleta kujer." Ji ber van gotinan 10 meh ceza li Yaman hat birîn.  Li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê di 20'ê Tebaxa 2016'an de DAIŞ'ê êrîşeke bombeyî pêk anîbû. Hat îdiakirin ku welatiyê bi navê Yilmaz Yaman piştî êrîşê qîriyaye û gotiye: "Dewlet li kuderê ye, dewlet DAIŞ'ê diparêze, dewleta kujer." Ji ber van gotinan der barê Yaman de doz hatibû vekirin. Di danişîna biryardayînê ya dozê ya li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 8'an a Dîlokê de bi tawanbariya "Teşwîqkirina ber bi kîn û nefretê" 10 meh ceza li Yaman hat birîn. Yaman di got mebesta wî bi van gotinan ne teşwîqkirina gel a ber bi kîn û nefretê ye, ji bo rê li ambulansan bê vekirin û biçin nexweşxaneyê xwînê bidin kiriye qîrîn.    Polîsên bi navê M.A. û B.A. yên wek şahid hatin guhdarkirin jî, diyarkirin ku roja bûyerê ew li Taxa Beybahçeyê peywirdar bûn û Yaman li hemberî qelebalixiyê qîriyaye û gotiye: "Dewlet li kuderê ye, dewlet DAIŞ'ê diparêze, dewleta kujer", lê belê her çi qas wan ew hişyar kiriye,d îsa jî qîriyaye û li ser vê wan wî biriye qereqolê. Heyeta dadgehê piştî lêkolînê û gudarîkirina şahidan, bi hinceta "Teşwîqkirina ber bi kîn û nefretê" salek ceza li Yaman birî. Lê belê têkiliyên bersûc li ber çavan hatin girtin û dadgehê ceza daxist 10 mehan û ceza taloq kir.