ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-17 09:00:43 * Îdianameya der barê Semîha Mete ya ku dema rojname belav dikir hat binçavkirin û paşê hat girtin, hat amadekirin. Ji ber nûçeyên di rojnameyê de der barê Meteyê de heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha dozger ji bo rojnameyê jî gotina "Avaniyeke organîzeyî" bi kar anî. *Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de 11 sal derbas bûn. Parêzer Hakan Bakircioglû doza cinayeta Dînk nirxand û ev tişt got: "Hîn jî nehatiye aşkarekirin ka kî biryara cinayetê daye."   *Nivîskar Mesût Ozcan destnîşan kir ku qeyûm hewl dide elewiyên Dersimê ber bi xeta sunîtiyê ve bibe û pîrên li cemxaneyan jî ji aliyê van kesan ve tên fînansekirin.    * Li Şirnexa ku di dema qedexeya derketina kolanan de "qada birîsk" hat îlankirin, destûra îmarê ya ji bo çêkirina TOKÎ û qereqolan hat dayîn, nadin welatiyên ku dixwazin li erseyên xwe xaniyan çê bikin.    *Hat derpêşkirin ku li Peyasê, Adem Çelîkê ker û lal yê bi dema bi karta xwe ya bêheq xwest li otobêsa şaredariyê siwar bibe, ajokar ew derb kiriye û li otobêsê siwar nekiriye.    *Li gor girtenameya polîsan Yilmaz Yaman di dema komkujiya Dîlokê de qîriyaye û gotiye: "Dewlet li kuderê ye, dewlet DAIŞ'ê diparêze, dewleta kujer." Ji ber van gotinan 10 meh ceza li Yaman hat birîn.    *Li Geverê li herêma ku tim wesayîtên polîsan dewriye digerin, avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan.    *Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îlham Ehmed, di quncikê xwe ya rojnameyê de diyar kir ku Efrîn ne pariyekî hesan e û kî bixwaze daqurtîne dê di qirika wan de bimîne. Ehmed, da zanîn ku gelê Efrînê jixwe bawer e ku dijmin serserkî vegerîne û wiha got: "Di dîrokê de her dem di ber xwe daye û serî netewandiye."    *Fîrmaya înşaetê ya Uzundereyê çala ku vekiribû 2 zarok ketinê û jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên taxê bertek nîşanê fîrmayê dan û ev tişt gotin: "Fîrma ji bo qezenca zêde bi dest bixin, jiyana mirovan dixin xetereyê. Hîn jî ew çal nehatiye girtin."   *Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtiye di nameya şand de, diyar kir ku rayedaran li girtiyên li ber awazên kurdî govend gerandine 3 meh cezayê ragihandinê birîn.     *Li Xelatê, ji ber êrîşa li dijî Ahmet Turk ku di sala 2010'an de li Samsûnê pêk hatibû şermezar kiriin, 7 sal e 18 kes tên darizandin. Yek ji van kesên tê darizandin jiyana xwe ji dest daye, lê ceza lê hatiye birîn.    *Gundiyên Colemêrgê bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber qedexeya zozan û mêrgan, ji ber rêvekirina li ber îthalat û maliyeta zêde, nikarin sewalkariyê bikin.    *Parêzera Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku fikrên Ocalan ên li dijî modernîteya kapîtalîst daniye holê tên astengkirin û got: “Li gel ku di nav çar dîwaran de ye jî, fikrên wî bandora xwe li ser gelek tiştan dikin. Ji ber ku dewlet ji fikrên birêz Ocalan ditirse her diçe tecrîda li ser wî giran dike."    * 2'emîn danişîna doza nivîskarê rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)    * Danişîna doza Parlamentera HDP'ê Selma Irmak ku di lijneya Giştî ya KCD'ê de bi kurdî axivî bû doz hat vekirin, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye bê dîtin. (11.30)   * Seroka rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu ji ber rastî lîncê hat dê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * 2 danişînên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li salona Girtîgeha Sincanê bê dîtin. (14.00)   * Zanîngeha Bogaziçi dê ji bo bîranîna Hrant Dink Konferans bê lidarxistin. (15.00)    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 434'an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Platforma Bêje Raweste, dê di 11'emîn salvegera kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink de li salona Cezayir panelê pêk Bîne. (19.00)