Dozgerê Bedlisê: Me nizanîbû cenaze bi rûhsatê hatine definkirin 2018-01-16 18:29:43   BEDLÎS - Dozgerê Komarê yê Bedlîsê, ji xwediyê 267 cenazeyan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, bi 2 malbatên ku serî li wan dabûn re hevdîtin kir. Dozger, di hevdîtina bi malbatan re got: “Me nizanibûn ku cenaze hatine teşhîskirin û bi ruhsatê hatine definkirin."    Di 22'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên endamên PKK'ê ji Goristana Xerzan a li gundê Oleka Jor a Tetwana Bedlisê bi awayekî veşartî hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di operasyona qedexeya derketina kolanan de cenaze ji goristanan hatin derxistin. Cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û hêj tu bersîv nedane malbatan.  Têkildarî derxistina cenazeyan bavê Dilan Bîngol a cenazeyê wê li goristana Xerzan hatibû definkirin Lezgin Bingol bi riya parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê da û gilî kiribû.    Piştî malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê da, serdozgeriyê bi 2 malbatan re hevdîtin pêk anî.    DOZGERÎ: ME ZANÎBÛYA ME DÊ KAREKÎ DIN KIRIBÛYA   Ji malbatan Orhan Ogmen û Lezgin Bingol, diyar kirin ku dozgeriyê bang li wan kiriye û bi wan re hevdîtin pêk anîye. Lezgin Bîngol, bal kişand ser hevdîtinê û got: "Dozger ji mere got 'Bi ruhsata defînê em fêr bûn ku cenaze bi ruhsatê li wir hatine defin kirin. Em piştre fêr bûn. Ger ku ewil agahiya me hebûya me dê bi rêbazek tin kar kiribûya.  Lê niha malbatên ku ruhsatên definkirina cenaze li cem wan hebe û serî li me bidin, Ger ku cihê cenaze lê hatiye defin kirin zanibin. Ger ku cihê nîşan dikin cenaze ji wir derkeve û cenaze qebûl bikin, Em dê malbatên ku serî li me dane bêyî karê saziya Tipa Edlî cenaze teslîmî malbatan bikin."    'ME BERÊ DI MALPERA XWE DE RADIGIHAND'   Bîngol, anî ziman ku dozgeriyê diyar kiriye ku malbatên beyî rûhsat cenaze defin kiribin, dê piştî testa DNA'yê cenazeyan teslîmî wan bikin û wiha got: "Dozger got 'yên ruhsata definkirina cenazeyan tune be, dê piştî testa DNA  cenaze teslîmî malbatan bikin' Dozger xwest ku ji bo di pêşerojê de tevlihevî û şaşî dernekeve malbat ji niha de ji bo testa DNA mînakên xwînê bidin. Dozger da zanîn ku gor yek bi yek nûmere kirine û kijan hestî ji kîjan gorê derkeve dê dîsa têxin torbeyan û muhafaza bikin. Dozger da zanîn ku li gorî ûsûlê tev digerin. Dozger got "Berê dema em dest bi vî karî bikin me di malpera xwe de agahî dida çapemeniyê. Lê di demên dawî de bi dizî û veşarî vî k arî dikin. Dozger dîsa got hemû malbatên ku dixwazin dikarin bên bi wan re hevdîtin bikin û ew dê malbatan agahdar bike. Dozger dîmen û wêne nîşanî me da. Got hûn gora xwe nas dikin an na. Agahîyên me girtin. Got beyî cenaze di kar û barê ATK'ê re derbas bikin dê cenazeyan bidin me."    BÎNGOL BANG LI MALBATAN KIR   Lezgîn Bîngol, piştî bi dozgeriyê re hevdîtin kir bang li hemû malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji gorê hatine derxistin kir û xwest ji bo wergirtina cenazeyan û testa DNA'yê serî li dozgeriya Komarê ya Bitlisê bidin. Bîngol, anî ziman ku malbatên ruhsatê wan hebe jî bila bi ruhsatênk xwe serî li dozgeriyê bidin û cenazeyên zarokên xwe wergirin. Bîngol, ji malbatên ku ruhsatên wan tune jî xwest ji bo testa DNA serî li dozgeriyê bidin û der barê gorê de agahiyê bidin dozgeriyê."