31 rojin Umut li benda hêviyê ye 2018-01-16 18:04:14 ÊLIH - Umut Ozalp ê 4 salî ku polîsan li navçeya Hezexa Şirnexê bi maşînê birîndar kir 31 rojin li nexweşxaneyê raza ye û li benda heviyê ye.  Umut Ozalp ê 4 salî ku polîsan bi maşîneyê di 17'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Hezexa Xirnexê birindar kir  31 rojin li nexweşxaneyê çavê wî girtî ye. Umut Ozalp ê 4 salî ku li Nexweşxaneyek Taybet a Êlihê tê razan, bi cîhaza hilmê dijî. Umut, hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye û li benda heviya jiyanê ye. Malbata Umut der barê rewşa Umut de agahî dan û diyar kirin ku hêj talûke ji ser xwe neavêtiye. Umut car caran çavên xwe vedike, lê ji ber mejiyê wî zerar dîtiye tê razandin. Malbatê da zanîn ku dê di rojên pêş de li ser wî hin kontrolan bikin û test bikin ku ka çiqas pêşketin heye ya na.