Cara 722’an dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kirin 2018-01-16 17:34:24 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 722’emîn red kir.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sevda Aydin, Umît Dede, Bayram Kaval û Denîz Yildiz ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin, serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir.  Bi vê redkirinê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 722 car daxwaza hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa OHAL’ê” tên redkirin.