Malbata girtiyê li Nexweşxaneyê bi ranzayê ve girêdan avêtin derve 2018-01-16 17:32:52 ÎZMÎR – Malbata Girtiyê Girtîgeha Hêjmar 3 a Tipa T a Şakranê Hasîp Gun ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê bi ranzayê ve girêdane xwestin kurê xwe ziyaret bikin. Lê rayedaran malbat avêtin derve.  Girtiyê Girtîgeha Hêjmar 3 a Tipa T a Şakranê Hasîp Gun ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çigli, emeliyat bû û piştî emeliyatê ew bi ranzayê ve girêdan, hêj bi ranzayê ve kelepçekirî ye. Malbata Hasip Gun xwestin kurê xwe ziyaret bikin. Lê malbatê bi heviya kurê xwe bibînin çûn korîdora nexweşxaneyê. Leşkeran diyar kirin ku malbat dê bi keyfî rawestin û xwest malbat ranewestin. Piştî niqaşê rayedarên nexweşxaneyê bi zorê malbat derxistin dervê nexweşxaneyê. Hevsera Hasip Gun Medine Gun, diyar kir ku wan xwest li hewşa nexweşxaneye rawestin, lê destûr nedan vê yekê jî.