Edîtorê Demokratîk Modernîte Ergul dê bibin Stenbolê 2018-01-16 16:44:40 AMED – Dozgeriyê der barê edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul yê ku li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin de 7 roj biryara binçavkirinê derxist û dê Ergul bibin Stenbolê.  Edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul serê sibê xwest ji Balafirgeha Amedê biçe Stenbolê. Polîsan Ergul binçav kir û birin Edliya Amedê. Hat zanîn ku Ergul di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da destpêkirin de hat binçavkirin. Ji bo Ergul bi riya SEGBÎS’ê îfade bide dozgeriya ji lêpirsînê berpirsyar, polîsan demek ew li Edliya Amedê rawestand. Dozgerê lêpirsînê birêve dibe der barê Ergul de bi bayê bezê biryara binçavkirina 7 rojan derxist. Dozger xwest Ergul bibin Stenbolê. Ergul ji Edliya Amedê carek din birin Miduriyeta Polîsan a Amedê û dê ji vir jî bibin Stenbolê.