Demîrtaş anîn Enqereyê 2018-01-16 16:25:54 ENQERE - Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo dozên sibê bên dîtin anîn Girtîgeha Sîncanê. Ji bo 2 dozên ku dê sibê bên dîtin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş anîn Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê. Demîrtaş serê sibehê saet di 8.00'an de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derxistin û anîn Girtîgeha Sîncanê.   SAET GUHERÎN   Li gorî agahiyên ku Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê dane, dozên Demîrtaş ên li salona Hejmar 2 ya Kampusa Girîgeha Sîncanê bên dîtin, saetên wan jî guhertine. Dê danişîna doza yekemîn saet di 14.00'an de dest pê bike. Dê doza Demîrtaş a 2'yemîn jî li heman salonê bê dîtin.