Rêveberiya Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir 2018-01-16 15:40:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a Şengalê êrîşên hikûmeta Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Erdogan û dewlata wî faşîst pir tehrîk dike. Di destpêka êrîşên xwe de gundên Êzdiyan yên li Efrînê hedef girtin û top baran kirin.  Desteya Rêveber a Şengalê têkildarî êrîşên hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye: "Dewleta AKP'ê ya Erdogan serkêşiya wê dike, naxwaze li Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve. AKP û Erdogan dizane ku bi taybet li herêmên Êzidî û gelê din bi hevre dijîn,  gel vê helwesta dijdemokratîk qebûl nake. Erdogan dizane ji ber fikirê wî yê diktator, di zina ku dema demokrasî pêş bikeve emrê wî dê xelas bibe. Ji roja gelê rojava ji bo azadiya xwe têdikoşin heta niha Erdogan û hikûmeta wî ya faşîst xwe di bin gefan de dibînin. Gelek caran hewil da ku Federaliya Bakûrê Sûriya têk bibe. Naxwaza li tu cihan kes xwe bi rêve bibe. Dema gelê Şengalê sîstemek xwe ava kir li hember wê jî derket û gelê topbaran kir."    EWIL GUNDÊN ÊZÎDÎ KIRIN HEDEF    Rêveberiya Şengalê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Îro li Rojava jî gel li ber xwe dide. Bûye xwedî îrada. Ev yek Erdogan û dewlata wî faşîst pir tehrîk dike û na xwaza ev yek ji bona gelê Kurd bi temamî pêk were ji ber wê jî di destpêka êrîşên xwede gundên Êzdiyan yên li Efrînê hedef girtin û top baran kirin. Ger em li dîrokê vegerin û dîroka Tirkan a bi xwînin ya herî zerer daniyê ew jî gelê Êzidîye û bi dehên ferman ji aliyê wan de hatine ser gelê me , bi milyonan gelê me yê Êzidî di bakurê Kurdistanê hebû. Ew siyasete wan ya hovana hemû cihên Êzdiyan vala kirin û koçber kirin.   Niha em lê dinerin ku li ku Êzidî hebin li dijî wan derdikevin. Dixwaza qira wan bînin. Bakurê Kurdistan ji Êzdiyan vala kir. Êrîşî Êzdiyên Şengalê kirin. Niha jî gundên Êzdiyên rojava jî topbaran dike. Erdogan çiqas li dijî fikrê demokratîk e, ew qas jî li dijî ola Êzdatiyê ye jî.   Em wek Rêveberiya Şengalê Erdogan û Dewleta wî ya faşîst Şermezar dikin û ji gelê xwe yê Rojava bi temamî re û Efrîn bi taybet di bêjin em li pişta wene û êşa we êşa me ye. Bila her kes bi zanibe Êzîdxan li pişta gelê Efrînê ye."