Di çalakiya roja 434’emîn a Yukselê de 6 binçav kirin 2018-01-16 15:02:43 ENQERE - Polîsan mudaxileyê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê kirin û 6 çalakvan binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 314’an û çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê ya li ber Bîrdariya Mafê Mirovan jî di roja 434’an de berdewam kirin. Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, li Kolana Konurê kom bûn.  Polîsan mudaxileyê çalakvanan kir, Nazan Bozkurt, Erdogan Canpolat, Mehmet Dersulu, Cemal Yildirim, Barbaros Aslan û Îlker Işik binçav kirin.