Li dijî cilên yek tîp koordinasyon ava kirin: Divê hemû civak li dijî pêkanînê derkeve 2018-01-16 14:58:34   STENBOL - Koordînasyona Li Dijî Cilên Yek Tîp (TTE) a bi dehan rêxistin di nav de cih digirin, avakirina xwe ragihand û ev tişt got: "Divê têkoşîna li dijî cilên yek tîp ji girtiyan re neyê hiştin. Divê hemû civak li dijî cilên yek tîp derkeve."   Koordînasyona Li Dijî Cilên Yek Tîp (TTE), ya di nav de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek saziyên mafên mirovan cih digirin, li avahiya Baroya Stenbolê ya li Kolana Taksîmê avabûna xwe îlan kir. Di civînê de pankarta "Cilên yek tîp binpêkirina mafan e. Divê dij derkevin" hat daliqandin. Li ser navê koordînasyona Seroka Giştî ya ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.   Cilên yek tîp tê çi wateyê Yolerî xal bi xal wiha rêz kir:   "Cilên Yek Tîp amûreke deqkirinê ye. Girtiyên ku cilên yek tîp li wan dikin, wekî 'sûcdar' tên deqkirin.   * Hin girtiyên ku dixwazin Cilên Yek Tîp li wan bikin, hêj darizandina wan dewam dike û li gorî makeqanûnê ev bê sûc in. Cilên Yek Tîp ji bo 60 hezar girtiyan binpêkirina mafan e.   * Cilên Yek Tîp di nava girtiyan de wekî kategorîk cudahiyê nake û ev jî binpêkirina mafê cudakariyê ye.   * Cilên Yek Tîp amûreke bê nasnametiyê, kesayetiyê dieçiqîne û îşkenceyê bi pêş dixe.   * Girtiyên Cilên Yek Tîp li xwe nakin, qedexeya hevdîtinê, cezayê hucreyê û bi gelek pêkanînên din re rû bi rû dimînin.   * Ji ber Cilên Yek Tîp, cezayên dîsîplînê yên li girtiyan dibirin, dibe sedema şewata înfaza wan û mafên tehliyeya bi şert ji destê wan tê girtin.   * Girtiyên ku Cilên Yek Tîp li xwe nekin, wan dernaxin dadghê û bi vê re mafê wanê darizandinê ji destê wan digirin."   'DIVÊ HEMÛ CIVAK LI DIJÎ VÊ DERÊ'   Yolerî herî dawî ev tişt got: "Divê têkoşîna li dijî cilên yek tîp ji girtiyan re nehê hiştin. Bila vê carê li ser kesên li hundur nemîne. Divê hemû beşên civakê li dijî vê pêkanînê derkevin." Parêzerê Nobeda Edaletê Kemal Aytaş çî aşkera kir ku cilên yek tîp îşkence ye û xwest li dijî vê pêkanînê têkoşîn bê dayîn. Parêzera OHP'ê Ezgî Duman jî mînakên DMME'yê da û da zanîn ku DMME'yê der barê pêkanîna cilên yek tîp a Romanyayê de biryara redkirinê daye û xwest kes vê îşkenceyê qebûl neke.   KAMPANYA DEWAM DIKE   Saziyên di Koorînasyona Li dijî Cilên Yek Tîp de cih digirin wiha ne: Saxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê, Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Platforma Hiqûqnasên Kartalê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, SODAP, Sendîkaya DEV-YAPI Îşê, Partiya Şoreşger, Komeleya Derûnînasên Ji Bo Piştgiriya Civakî (TODAP), Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (EŞHÎD), Odeya Tabîbên Stenbolê, Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê, Meclisa HDK'ê ya Stenbolê, Rêxistiya CHP'ê ya Bahçelîevlerê, rojnameya KOZ'ê, Platforma Demokrasî û Kedê ya Bahçelîevlerê, Komeleya Mahsus Mahal, Ekîba Hat Dîtin (Görülmüştür Ekibi), SYKP, Bloka Aştiyê, ESP, BEKSAV, SKM, SGDF, Dışarıda Deli Dalgalar İnisiyatifi, Malên Gel ên Stenbolê, EMEP, Însiyatîfa Piştgiriya Ji Bo Zindanan, Komeleya Hevrûbûnê, Komeleya Mafên Civakî, Însiyatîfa Piştgiriya Ji Bo Girtiyan, Jinên Anarşîst, Kolektîfa Keda Jinê, Piştgiriya Jinên Parêzer, Xebatkarên Nêzikatiya Zayend û Nasnameya Zayendî ya Polîtîkayên Civakî (SPOD), Komeleya Piştgiriya LGBTT'ê ya Stenbolê, Hêvî LGBTÎ, Koma Alîgirên Wan û Malbatên LGBTIQ+ (LADEG+), Komeleya LGBT a Masiyê Mor a Trabzonê û Komeleya Şopandina Hêzê."   Dê metna îmzeyê di rojên pêş de ji îmzeyê re bê vekirin.