Midurê dibistanê ji ber îstîsmarê ji kar dûr xistin 2018-01-16 14:39:05 AMED - Li Lîseya Anadolu ya ÎMKB a Ferqînê, midurê dibistanê Mustafa D., bi îdîaya îstîsmara zayendî li xwendevanekê kir, ji kar hat dûrkirin.  Li Lîseya Anadoluya H. Reşat Balyen a Borsaya Hêjayî ya Menkul a Stenbolê (ÎMKB), midurê dibistanê Mustafa D. bi îdîaya îstîsmara zayendî li xwendekarek keç kiriye, Serdozgeriya Komarê ya Farqînê ku derbarê wî de biryara girtinê da, hîna nehatiye dîtin.    Piştî dozger ji bûyer serwext bû û şûn de midurê dibistanê, rapor ji Midûrê Perwerdê yê Neteweyî yê Farqînê girt û derket îznê. Midurê derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, hîna nehatiye girtin. Piştî bûyerê 10 rojan, Miduryeta Perwerdê ya Neteweyî ya Navçeyê di encama lêpirsîna kir de midûr ji dûr xist.