Doza Ayhan Bilgen hat dîtin 2018-01-16 13:55:01 AMED - Danişîna doza Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen ku heta 25.5 salan ceza tê xwestin hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku nivîsê ji Navenda Giştî ya HDP'ê re bişîne û fêr bibe ku Ayhan axaftina têkildarî bûyerên Kobanê bi biryara MYK'ê ya HDP'ê kiriye ya na.  2'emîn danişîna doza Berdevkê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen ku ji 3 sucdariyên cuda tê darizandin û ji 11 salan heta 25 sal û nîvan cezayê girtîgehê jê tê xwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bilgen di danişînê de amade nebû. Lê parêzerên Bîlgeh amade bû. Piştî agahiyên dosyayê hatin xwendin, dozger xwest agahî bên temamkirin.    Parêzer Reyhan Yalçindag jî parastin kir û diyar kir ku dema Bîlgen girtî ji vê dozê dihat darizandin, Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) der barê Bîlgen de biryara îhlalê dabû û xwest kopyek biryarê bê xwestin. Yalçindag, xwest ku ji ber muwekilê wê wekîl e beşdarî dozê nebe.    Heyeta dadgehê jî biryar da ku nivîsekê ji Navenda Giştî ya HDP'ê re bişîne û fêr bibe ku axaftina Bîlgen a der barê Kobanê de bi biryara MYK'ê ya HDP'ê ye ya na. Heyetê doz taloqî meha gulanê kir.