12 hezar û 322 lîra ceza li peyva Kurdistan birîn 2018-01-16 11:59:22 ENQERE -  Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr di meha borî de ji ber ku li Meclîsê gotibû “Kurdistan” cezayê pere û bi demkî ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû derxistin. Ji ber “Kurdistan” 12 hezar û 322 TL ji muçeyê Baydemîr hat birîn.  Parlamenterê HDP’ê ê Rihayê Osman Baydemîr di meha bihûrî de ji ber ku li Meclîsê gotibû “Kurdistan” cezayê pere û ji bo demkî ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bê derxistin ceza lê hatibû birîn. Ji ber vê sedemê Serokatiya Karê Aborî yê Parlamentoya Tirkiyeyê 12 hezar û 322 lîrayê tirk ji muçeyê Parlamenter Baydemîr birî. Di dîroka Meclîsa Tirkiyeyê de ev yekemîn ceza ye.    Li gor nûçeya Bulent Sagirogluyê ji rojnameya Hurriyetê, Serokatiya Karê Aborî yê Parlamentoya Tirkiyeyê 12 hezar û 322 lîra ji muçeyê meaşê Osman Baydemir birîn û tenê ji 1/3 razand.   Rêvebiriya Meclîsê beriya 15’ê çile peyama ku “li gor madeya 163’yemîn a destûrnameyê 12 hezar û 322 lîre ji muçe hatiye birîn” ji Baydemîr re şandiye.