Gelê Ezaz û Marî: Em ne Rejîma Sûriyê û ne ya Tirkiyê dixwazin 2018-01-16 11:49:28 HELEB - Gelên li navçeyên Ezaz û Marî ji ber pêkanînên komên çekdar ên Mertalê Firatê yê Tirkiye bêzar bûne. Di du hefteyan de 3 caran çalakî li dar xistin û gotin: "Qaşo ev komên çekdar li dijî Rejîma Sûriyê ne, lê pêkanînên wan a li ser gelên heremê ji hev ne cuda ne. Em ne rejîma Sûriye û ne jî ya Tirkiyê dixwazin."  Gelên li navçeyên Ezaz û Marrî li dijî pêkanîn û newekheviya endamên komên çekdar ên Mertalê Firatê û rêveberiya meclîsên navçeyê ku bi "Hikumeta Demkî" ve girêdayî ne, nerazîbûn nîşan didin. Hat destnîşan kir ku bi taybetî di demên dawî de pêkanînên komên çekdar ên Mertalê Firatê yên bi Tirkiye ve girêdayî ne, niştecihên heremê bêzar kirine û ji ber vê yekê di 2 hefteyên dawî de 3 caran xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanan de, xwestin ku ji ber pêkanînên nelirêtî, madeyên hişbir, bazirganiya bê edaletî ew dixwazin meclîsa sivîl a navçeyan ji destê malbatên endamên komên çekdar bên derxistin û radestê niştecihan bên kirin.    REJÎM Û MÎT BI HEVRE KAR DIKIN   Kesekî ji niştecihê herêma Marî ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku gelê heremê li dijî van komên Mertalê Firatê ya girêdayên Tirkiyê ne, ji ber ku ew kom an jî artêşa tirk a digotin 'Em li dijî Rejîma Esed hatine' niha li heremê bi gelek endamên îstîxbarata Rejîmê dihatin naskirin re dixebitin. Heman kesi, destnîşan kir ku tenê bi navê wê meclîsa sivîle lê tu eleqeya xwe bi meclîsa sivîltiyê re tune ye, heman sîstema BAAS datînin ji bo yên berê ku di karmendî an jî desthiladariya heremî de bû cihê xwe bernedin.  Niha jî mijara Rejîma Esed ji rojeva xwe derxistine êrîşa Efrînê xistine rojeva xwe. Her wiha hemû navendên Partiya BAAS li Bab, Cerablûs û Ezazê karê xwe berdewam dikin, tu eleqeya xwe ji wan nayinin. Em dikarin bibêjin li dijî kurdan bi hev re dixebitin."    Heman niştecih, derbarê Serokê Koma Ajnad Al Şam Ebû Hamza ku ew jî bi Mertalê Firatê ve girêdayî ye, derket holê ku ew jî endamê îstîxbarata Rejîma BAAS bû û hemû endamên komên Mertalê Firatê vê yekî dizanibûn jî, lê ji ber gelek caran rastî nerazîbûna gelê heremê dihat, niha tê gotin reviyaye, Ukranyayê.     ÇALAKIYÊN GEL ÊN LI HERÊMA MERTALÊN FIRATÊ    Hat ragihandin ku hefteya derbasbûyî de jî niştecihên Ezazê du caran derketin xwepêşandanan. Xwepêşandanên ku her çiqas diçe berfireh dibe, duh bi heman armancî li Marî jî pêk hat. Tê gotin ku armanca xwepêşandanan, di nav komên çete yên Mertalê Firatê de fesadî (gendelî), çandina haşîşê, revandina kesan, şelandin, dizî, fihûş, bazirganiya laşê mirovan bi taybetî ya jin û zarokan.    BAZIRGANIYA MIROV Û HAŞBIRÊ    Hat destnîşankirin ku Berpirsiyarê Deriyê Sînor ê Bab El Hewa Zekeriya Îd Ebû Elî Sico û Koordînatorê Bakûrê Gundewarê Helebê ya Artêşa Azad Mustefa Kerac, kesên endamên çete yên DAIŞ û El Nûsra û hwd in ku derbasî Tirkiyê dibin, di ser van her du kesan de pêk tê. Her wiha tê gotin ku ev her du kes, kesên sivîl ên derbasî Tirkiyê jî dikin hezar û 500 dolar werdigirin.    Hat destnîşankirin ku 5 navendên kargeha medeyên hişbirê ya Mustefa Kerac û Alî Sico li Ezazê heye. Ew van madeyan li tevahî gundewarê bakurê Helebê belav dikin.  Zekeriya Îd Ebû Elî Sico Mustefa Kerac Çandina hişberiyê dike.    MA / Erdogan Altan