'Êdî dema ji AKP’ê re bêje raweste hatiye’ 2018-01-16 11:32:32 EDENE – Serokê Giştî yê Egîtîm Senê yê berê Kamuran Karaca diyar kir ku bi sepandina heri dawî dixwazin dibistanan têxin pozisyona mizgeftan û got: “Li şûna ku li dijî her perçe perçe şaşîtiyan hewldan bê kirin, êdî dema ji tevahiyên pratîka AKP’ê re bêje ‘raweste’ hatiye.”  AKP ji roja hat ser desthilatdariyê heta îro di pergala perwerdehiyê de guhertinan dike. Li dijî pirtûkên dersan û mufredatê mudahele tên kirin. Perwerdehî ji zanistê tê dûrkirin. Li gorî peymana bi weqfan re li gorî xwe pergala perwerdehiyê xebat meşandin tê kirin.    Li dibistanan ji bilî dersên olê yên zordarî û gelek dersên hilbijarî yên olî jî xistin meriyetê. Dibistan bi darê zorê vediguherînin mizgeftan. Li zanîngehan mizgeft hatin avakirin. Hejmara semîner û rojên maneweî yên bi cematê re li dibistan, zanîngeh û wargehan jî zêde bûn. Bi awayekî giştî perwerdehiya zanistî tê dûrkirin û Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) di tîrmeha 2017’an de bi Cemiyeta Yayma ya Îlmî, Weqfa Yekîtiyê û Weqfa Ensarê ku bi îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ket rojevê re protokol hatin îmzekirin û destûr dan ku ev sazî li qada perwerdehiyê cih bigirin.    MUFREDATA CÎHADÊ ANÎN    Planên naveroka olî yên nû hatin çêkirin. Di sala 2016’an li Mêrsînê projeya “4 roj dibistan û rojek mizgeft” dan destpêkirin. Li dijî zanistê bêtehamulî di asta herî jor de ye. Îsal jî teoriya peresan ji mufredatê hat derxistin. Li şûna vê “cîhad” û “Îbadetên bingehîn” hat bicihkirin. Herî dawî MEB û Serokatiya Karê Diyanetê mil dan milê hev û hewl dan ku wazi li dibistanan bên dayîn. Ji aliyê Diyanetê ve nivîs şandin 81 bajaran. Ji bo sala 2018’an plansaziya xebatê ji bo Buroya Malbat û Rêberiya Olî hat parvekirin. Li gorî vê plansaziyê dê di bin navê “Nirxên netewî û manewî” hat xwestin waizên wek “Şikur, hemd, felaket û sebir, başî, daneyên cewherî, fedekarî, lehengî, ummet, hişmendiya netewî, aidiyet, heldana adil a îslamî, şehîdî û şahadet” wek perwerdehî bê dayîn.    'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE 6 WEZÎR GUHERÎN’    Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yê berê Kamuran Karaca polîtîkaya perwerdehiyê ya 15 salên desthilatdariyê nirxand û got: “Di serdema AKP’ê de 6 wezîrên perwedehiyê hatin guhertin. Ewqas wezîr hatin guhertin di gelek mijarên cuda de gav avêtin lê hemû li ser xala ku perwedehî bibe olî rawestiyan. Li Tirkiyeyê oldarkirina perwerdehiyê derketiye asta ku dê xesaran bide siberoja welat.”    'AKP’Ê KADORYÊN XWE BICIH KIR’    Karacan destnîşan kir ku AKP li her dibistanê kadroyên xwe bi cih kirin û van kadroyan her ku çû perwerdehiyê ji zanistê dûr xistin û li gorî xwe perwerdehiyê kirin olî û guherandin mizgeftan. Karaca da zanîn ku pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 ji bo van polîtîkayan jî bûye amûr û AKP dixwaze bi van polîtîkayan û pergala nû li her deverê ji xwe re hêlin çêbike.    ‘ÊDÎ DEMA HER KES BÊJE ‘RAWESTE’ HATIYE’    Karaca anî ziman ku vê pergala perwedehiyê ku AKP li gorî xwe çêdike li dijî dewleta bi hiqûq e û got “Ev guhertinên di perwerdehiyê de tên kirin sûc e.” Karaca bal kişand ser bi van têgehên olî ku di mufredata perwerdehiyê de hatine bicihkirin û got ku dê vê pergala perwerdehiya olî bandorek neyînî ya travmayê li ser zarokan bike. Karaca diyar kir ku bi sepandina her dawî ya waizan dibistanan aniye pozisyona mizgeftan û got: “Li şûna ku li dijî her perçe perçe şaşîtiyan hewldan bê kirin, êdî dema ku bi giştî ji AKP’ê re bêje ‘raweste’ hatiye.”