Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt 2020-11-30 23:20:18   COLEMÊRG - Tê gotin li gundê Bêruh ê Rûbarok a Colemêrgê eskeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt.    Hat diyarkirin ku îro saet li dor 3'yê danê esir eskeran li gundê Bêruhê 3 ciwanên ji bo geştê û berhevkirina berûyan derketibûn, guleberan kirin. Di gulebarana eskeran de Ozcan Erbaş ê 16 salî birîndar bû. Sabrî Erbaş ku biraziyê xwe yê gule li pişta wî ketibû hil girt got: "Ji bo geştê û berhevkriina berûyan 3-4 kes çûbûn Bêruhê. Lê eskeran ew gulebaran kirine. Qereqola Mamreşan û ya Gerdînê ew gulebaran kirine. Piştî em pê hesiyan em çûn. Em û eskeran ketin qirika hev. Nehiştin em dest bidin birîndarê xwe. Alîkarî jî nedikirin. Min ew li pişta xwe kir heya ser rê anî. Guleyek li pişta wî ketibû. Me ji bo otopsiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê."    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Cardin ciwanekî kurd, cardin înfazeke bêwijdan. Îro li gundê Biroxê yê Rûbarokê eskeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt. Em dizanin, dê cardin wan bi zirxa bêcezatiyê biparêzin. Lê sed sal jî derbas bibe em ê hesab bipirsin."