188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-11-30 20:56:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 188 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 219 kesên din jî bi şewbê ketin. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heya niha 13 hezar û 746 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 188 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 219 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 13 hezar û 746 ye û hejmara nexweşan jî 500 hezar û 865 e.