Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir 2020-11-30 17:12:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), piştî civîna xwe ya  awarte daxuyaniyek û ev bang kir: "Dibin navê peymanê de, dixwazin fermanê li ser gelê Şengalê bidin meşandin. Îro roj roja berxwedanê ye û xwedî derketina Şengalê ye."   Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), îro ji ber gef û metirsiya li ser Şengalê bi awayekê awarte civiya bû. MXDŞ'ê piştî civîna xwe ya awarte, daxuyanî da çapemeniyê û biryarên di civînê de girtibûn ji raya giştî re aşkere kir.   'IRAQ DEYNDARÊ ME YE'   Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ewê tu biryarên li dijî vîna gelê Şengalê hatine girtin qebûl nekin. Îbrahîm, bal kişand ser biryarên di civîna xwe de girtine û wiha got: "Êdî gelê Şengalê bi tu awayî biryarên li ser wan tên girtin qebûl nakin. Hevdîtinên me yên bi hemû aliyan re hîn jî dewam dikin. Em dixwazin rewşa Şengalê bi nîqaş û diyalogan bê çareserkirin. Di vê civîna xwe de me carek din biryar da ku emê tu peymanên li ser Şengalê bên girtin qebûl nakin. Em tu sozên wan qebûl nakin. Ger dixwazin biryaran li ser Şengalê bidin, divê dest pê kê bên bi gelê Şengalê re rûnin û nîqaş bikin. Ev 6 salin em li ber xwe didin. Lazime ew bên ji me  pirs bikin ka dê ji bo me çi bikin. Hem Bexdat û hem jî Iraq deyndarê me ye. Me şeref û namûsa Iraqê parast. Gote gotên wê sibe alên asayîşa me bên daxwazin û yên Iraqê bên daliqandin hene. Emê tu carî ala xwe ne danîn erdê. Ew êrîşî me bikin û serê yek şervanên me birîn bikin, emê jî bi heman awayî bersiv bidin."   'ROJ ROJA MILETÊ ÊZIDIYE'   Îbrahîm, bang li gelê Şengalê jî kir û wiha bilêv kir: "Em bang li gelê xwe Şengalê, li dayik û bavên xwe yên Şengalê, li ciwan û zarokên xwe yên Şengalê dikin ku roj roja berxwedanê ye. Roj  roja serkeftinê ye. Roj roja miletê Êzidiye. Divê em li pêşiya asayîşên xwe kom bibin û destûrê nedin ku kes êrîşî axa me, tecawîzî ala me bikin û destê xwe dirêjî yek şervanên me bikin. Divê em helwesta xwe bi awayekê zelal danîn holê û bertekên xwe nîşan bidin."     'DIXWAZIN CARDIN KOMKUJÎ BIKIN'   Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em naxwazin cardin gelê me di komkujiyek din re derbas bibe. Em ji vir bang li tevahiya cîhanê dikin, dixwazin bi vê peymana li ser Şengalê cardin fermanê bi dijî gelê me de bînin.  Çavên xwe vekin û destûrê nedin ku gelê Şengalê di komkujî û fermaneke din re bê derbaskirin. Bila kes bi derewên xwe gelê me ne xapîne. Kes nikare bê vîn û nêrîna me alên me daxwin."