Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin 2020-11-30 16:58:21   ENQERE - Rêxistinên tenduristiyê girtina Dr. Şeyhmus Gokalp şermezar kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Seroka Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci, “Wekî rojên borî me îro jî gav paşve neavêtin. Em ê her tim tenduristiya gel gel biparêzin û rastiyan bînin ziman."    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), bi rêya medya înternetê civîn li darxistin û girtina Endamê rûmeta Bilind a TTB’ê û endamê Konseya Navendi yê berê Dr. Şeyhmus Gokalp şermezar kir. Di civînê de Seroka Giştî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Hevserokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim, 2'emîn Serokê TTB'ê Prof. Dr. Alî îhsan Okten, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bulut, endamên konseya bilind ên TTB'ê Doç. Dr. Deniz Erdogdu û Dr. Halis Yerlikaya,  Prof. Dr. Taner Goren û Dr. Yildiray Orhon amade bûn.    TTB û SES'ê daxuyaniya hevpar dan. Li ser navê rêxistinên tenduristiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci daxuyanî xwend û got: "Îqtîdar pandemiyê dike firsend û zextan zêde dike. pandemî li welatê me rîska mirinê zêde dike. Navnîşanên kar û malên hevalên me diyar in. Lê li dijî hiqûqê bi ser malên wan de digirin û wan li malê wan binçav dikin. Bi vê yekê rîska wan a nexweşî bigêje wan zêdetir dike. Wekî rojên borî me îro jî gav paşve neavêtin. Em ê her tim tenduristiya gel gel biparêzin û rastiyan bînin ziman."