Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin 2020-11-30 16:55:18   AMED – Engîn Y. ê ku bavê Zainal Abarakov e û polîs e di çarçoveya dosyeya Gulistan Dokû de ji wezîfeyê hat girtin.   Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû ji 5’ê çileya îsal ve winda ye û agahî jê nayê girtin. Têkildarî windakirina Dokû pêşketenek nû di dosyeyê de çêbû. Zainal Abarakov ji windakirina Dokû berpirsiyarê sereke tê nîşandan. Bavê Abarakov, Engîn Y. jî polîs e. Malbata Dokû bi hêcetên “Agahiyên takekes dij hiqûqî bi dest xistiye an belav kiriye, daneyên takekesî dij hiqûqî qeyd kiriye û vî sûcî bi sifatê wezîfekarê cemaweriyê kiriye” derbarê Engîn Y. de gilî kir.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve derbarê Engin Y. de bi heman sûcdariyê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yemîn a Dersimê doza cemaweriyê vekir. Engîn Y. di çarçoveya lêpirsîna îdareyê dihat birêvebirin de bi hêceta “agahiyên aydê Dokû di medya civakî de parve kiriye” ji wezîfeyê hat dûrxistin.   ‘WEZÎFEYA CEMAWERIYÊ BIKAR ANÎNE’   Parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen da zanîn ku di dosyeya Dokû de cara ewil e ku pêşketinek berbiçav pêk hat û got: “Malbata gumanbar dixwest bi parvekirinên medya civakî û ji bo întîhara Dokû îdrakê bike. Lê di vê pêşketinê de jî eşkere bû ku xwestine gumanbar bêsûc bikin û bavê gumanbar wezîfeya cemaweriyê bikar aniye. Çima ev gumanbar dixwazin ku bi israr bêjin Gulistan Dokû întîhar kiriye? Heke lêpirsînek bi bandor were birêvebirin wê pirsên di serê me bigihîjin zelaliyê.”     MA / Arjîn Dîlek Oncel