Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin 2020-11-30 15:32:03   MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nisêbîn û Qoserê di serdana esnafan de bi coş hat pêşwazîkirin.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê serdana esnafan kir. Parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’a Mêrdînê bi Sancar re bûn. Şandeya HDP’ê ewilî li Qoserê serdana esnafan kir û li pirsgirêkên esnafan guhdar kir û bi wan re suhbet kir.   Şande piştî Qoserê derbasî Nisêbînê bû û coşa xelkê navçeyê hat pêşwazîkirin. Her wiha şande bi dîmenên rwşa awarte re rûbirû ma. Li serê sikakên Nisêbînê polîsan bi maşîneyên zirxî girtibû û li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê jî maşîneyên zirxî li pey hev hatin rêzkirin.   Şande piştî derbasî avahiya HDP’ê bû ji vir jî çû serdana esnafên navçeyê û welatî û esnafan bi dilgeşî şandeya HDP’ê pêşwazî kir. Sancar li gel welatî û esnafan suhbet kir û welatiyan wêneyê xwe pê re girtin.   Şande piştî serdana ensafan ji navçeyê veqetiya.