Girtî: Em ê li ber xwe bidin, em li benda piştgiriya we ne jî 2018-01-16 10:26:34 AMED - Girtiyên Tîpa T a Sîwereg û Girtîgeha Tîpa D a Amedê, diyar kirin ku dê li dijî pêkanîna “Kincên yek tîp” li ber xwe bidin û banga bilindkirina têkoşîn û piştevaniyê li raya giştî ya demokratîk kirin ku bêdeng nemînin.   Girtiyên Tîpa T a Sîweregê û Girtîgeha Tîpa D a Amedê, di nameyên ji rêxistinên civaka sîvîl re şandin de, diyar kirin ku dê li girtîgehan pêkanîna kincên yek tîp ku bi KHK’a Hejmara 696’an hat derxistin qebûl nekin û divê mijarê de banga hestiyariyê li raya giştî û rêxistinên civaka sîvîl kirin.    ‘DIXWAZIN ME JI NASNAMEYA  ME YA ÇANDIN QÛT BIKIN’   Di nameya girtiyê binavê Kasim Yildirim ji Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê şandin de wiha tê gotin: “Bi KHK’a Hejara 696’an dixwazin pêkanîna ‘kincên yek tîp’ li ser me ferz bikin. Dixwazin bi kincên yek tîpî, me ji nasnemeya me ya çandî, polîtîk û mirovahî qût bikin û bikin obje. Ev sedemên me yên bingehîne ku em li dijî vê pêkanînê derbikevin. Tu mirov nikare bibi yek tîpî. Ev ferzkirin li dijî rûmet û şerefa mirovane. Bi kincên yek tîpî dixwazin girtiyan di dadgehan de ‘sûcdar’ nîşan bidin. Ev pêkanîn, li dijî pîvana bingehên a hiqûqê ku dibêje ‘heya ku hikûm neyê net kirin, hemû kes bêsûce.’    ‘EMÊ LI BER XWE BIDIN’   Kujer, tecawîzkar, diz û tacîzkar dê kincên li gorî dilê xwe ber xwe bidin û beşdarî danişînan bibin û di saya van kincan weke her çar dê di çarçoveya ‘halê baş’ de ceza bigirin. Em girtiyên siyasî û polîtîk jî, ji bo sûcê me ji berê de diyar bikin dê kincên yek tîpî li me bikin. Ev pêkanî ne exlaqî, wîjdanê û mirovahiye. Em ê vê pêkanînê qebûl nekin û hemû mafên xwe  yên hiqûqî biparêzin. Ger bi darê zorê û îşkenceyê bixwazin li me bikin jî, em ê li ber xwe bidin. Em vê bangawaziya xwe bi rêya we dixwazin bigihînin hemû beşên hestiyar ên dinava  civakê de. Ji bo pêkanîna kincên yek tîpî bi dawî bibe, em dixwazin hûn dengê xwe li dengê me zêde bikin.”   ‘TENÊ NE KINCÊN YEK TÎPÎ YE, FIKRA YEK TÎP YE’   Di navmeya girtî û hikûmxarên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê şandin de jî wiha hat gotin: “Pêkanîna kincên yek tîp li tu welatên demoktîk tuneye. Li welatên rejîmên siyasî yên ji demokrasiyê dur hewl didin van pêkanînan binin cih. Herî dawî li Guantanamoya DYA’yê ku ev pêkanîn li ser girtiyan ferz dikir, ji ber birînên di wijdana mirovan de verî, necar man ku bigirin. Di 12’ê Îlona 1984’an de jî xwestin li Tirkiyeyê vê pêkanînên bixwin meriyetê, lê rastî berxwedanek mezin hat û bedelên giran bûha hatin dayîn. Di encama berxwedan û bedelên giran bûha hatin dayîn de, ji necarî ev pêkanîn rakirin. Divê kes ne li bendê me ku em vê pêkanîna hikûmetê ya îro qebûl bikin. Berî her tiştî kincên yek tîpî tenê, tenê kincek nîne. Ev ferzkirina fikar yek tîpî ye.”    ‘EM LI BENDA PIŞTEVANIYÊ NE’   Girtiyan di nameya xwe de, diyar kir ku pêkanîn kincên yek tîpî, hişmendiya tekçî ya li dijî demokrasiyê ewqas mezin bûye ku heya girtiyan jî hatiye. Girtiyan di dawiya nameya xwe de ev bang li raya giştî kirin: “Ev êrîşeke li dijî nasnameya me ya siyasî û rûmeta me ya mirovahiyê ye. Ev işkenceye. Ji ber ku li dijî pêvanên bingehên ên hiqûqa gerdûnî û mirovahiyê ye em ê  tu carî qebûl nekin. Em ê li dijî vê pêkanînê derbikevin û em bang li sazî û dezgehên mafên mirovan ên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, rêxistinên civaka sîvîl û baroyan û hemû raya giştî a demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin me û li kêleka me cih bigirin.  Em ji we dixwazin ku hûn divê warî de bi hestiyar tevbigerin.”