TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin 2020-11-30 14:39:59 AMED - TJA'yê derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin daxuyanî da û ev bang kir: "Divê jin, ciwan, sazî, rêxistin û raya giştî li dijî tecrîd û ji bo çalakiyên grêvên birçîbûnê bêdeng nemînin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê grevên birçîbûnê yên girtiyên PKKû PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyê û heremê dane dest pê kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya xwe de, bal kişand ser berxwedana zindanan û wiha got: “Di heqîqeta Tevgera Azadiya Jinên Kurd de, bi taybetî di heqîqeta berxwedaniya zindanan de, li dijî her cûreyên dagirkerî, komkujiya çandî, zayendperestî, olperestî û milîtarîstî serî rakirine, ala azadiyê bilind kirine û çanda berxwedaniyê bipêşxitine, ji Sarayan, Leylayan û heta îro jî Çaglayan, Jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz  pêşengtiyeke pîroz ji pêvajoyan re kirine.”   TECRÎD DEH QET ZÊDETIR BÛYE   TJA’yê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîrxist û got: “Di keseyeta Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan de 21 sal in tecrîdeke giran li ser hemû Dilên Azadiyê tê meşandin. Polîtikayên tecrîdkar ên AKP’ê û MHP’ê di pêvajoya pandemîyê de dehqet zêdetir kirine, bi vê hincetê jî binpêkirina mafên mirovan jî herî dijwar li ser Dilên Azadiyê tê meşandin.”   TJA’yê, da zanîn ku aktîvîsta wan û di heman demê de Parlementera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel bi hezaran girtiyan re ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe û azad bibe, di 27’ê Mijdarê de dest bi grêva birçîbûnê kirine.   ‘BI DÎLÊN AZADIYÊ RE DI NAV HEVKARIYÊ DE BIN’   TJA’yê di daxuyaniya xwe de, ev bang kir: "Wekî tê zanîn Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan, di pêvajoya çareserî, aşîtî û demokrasiyê de berpirsiyariya herî bilind da ser milê xwe, roleke mezin lîst û bû deng û hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê. Em wekî TJA, çalakiyên grêva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya jinê destpêkiriye silav dikin, bang li hemû kesayetên ku di pêvajoya çareseriya aşîtî û demokrasiyê berpirsiyarî girtine ser xwe, di serî de jin, ciwan, sazî, rêxistinan û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîd û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin û bi dilên azadiyê re di nav hevkariyê de bin.”