Li dijî OHAL’ê înîsiyatîfek nû tê avakirin 2018-01-16 10:16:54 ENQERE – Her ku diçe OHAL vediguhere rejîmek mayînde û ji bo rakirina OHAL’ê û hewldanên li dijî pêkanînê wê hejmara hewldan û înîsiyatîfan zêde dibe. Piştî sendîkayan û aliyên oldar niha jî ji bo rakirina OHAL'ê înîsiyatîfek sivîl a dijberê OHAL’ê tê avakirin.  Hikumeta AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê di 20 tîrmeha 2016’an de bi hinceta darbeye, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kiribû. AKP’ê gotibû ku dê OHAL 3 mehan dewam bike. Lê li ser hev 5 caran dirêjkirin. Niha jî cara 6’emîn OHAL’ê tê dirêjkirin. Ji roja OHAL hat îlankirin heta roja îro li dijî vê yekê bertekên civakî zêde dibin. Ewil li dijî OHAL’ê rêxistinên ked û pîşeyî yên mîna KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê înîsiyatek ava kirin. Niha jî înîsiyatîfek nû li vê înîsiyatîfê zêde dibe. Sazî û dezgehên dijberên OHAL’ê dawiya hefteya bihûrî li Stenbolê mitîng amade kirin.    JI DIJBERÊN OHAL’Ê DENGÊ NÛ DERDIKEVE    Bi vê yekê re girêdayî hemû rêxistinên bajaran ên CHP’ê jî li dijî vê yekê çalakiyan li dar xistin. Her wiha li aliyê din gelek kesayetên girîng û wekîlên berê di nav AKP’ê cih digirtin “Înîsiyatîfa Li Dijî OHAL’ê” li Enqereyê panel girîng li dar xist û bi panelê re gelek aliyên civakî û oldarên ji OHAL’ê acizin jî anî gel hev. Niha jî înîsiyatîfek nû li vê înîsiyatîfê zêde dibe. Hewldana ku dê welatiyan bîne gel hev bi navê “Me Soz Daye Welat” startên xebatên xwe da.    ÎNÎSIYATÎFA SIVÎL BI RÊ DE YE   Ji endamên hewldana “Me Soz Daye Welat” dadgerê teqewît û Serokê YARSAV’ê yê berê Mustafa Karadag bal kişand ser aciziyên OHAL’ê ku dide afirandin û behsa avakirina înîsiyatîfê kir. Karadag destnîşan kir ku dixwazin di bin navê “Têkoşîna bi FETO re” bi “îxrac û girtinan” tirsek mezin li ser mirov û civakê biafirînin.    Karadag wiha got: “Li her deverê têkildarî dewlet nayê birêvebirin, nelirêtî û xizantiya ku zêde dibe axaftin tên kirin. FETO yek ji felaketên herî mezin ku hat serê Tirkiyeyê. Lê yê ku vê felakete jî anî desthilatdariya siyasî bi xwe ye. Di bin navê ‘Têkoşîna li dijî FETO’ mohrkirina mirovan talûkeyek mezin e. Ev nêzîkatî nahêle mirov biaxivin. Senîkayan, odeyan û gelek saziyên din dixwaze di nav xwe de heps bikin. Bi taybetî naxwazin rêxistinek ji welatiyan bê avakirin. Em dixwazin bêtir hewldanek sivîl ya herêmî biafirînin. Tenê ne welat û hemwelatî bûn, em dixwazin hemû bîrdozî û angajmanên siyasî deynin aliyekî, hewldan û înîsiyatîfek li dijî zext, zordarî û rejîma yek zilamî ava bikin. Em dixwazin hewldanek ‘Me Soz Daye Welat” ava bikin. Hevkariya van rêxistinan û rêxistinek tîkaneyî li pêş naxe. Em dixwazin formek ku hemû rêxistinan bîne gel hev ava bikin. Em ji her kesî re vekirîne. Em dixwazin her kesek ji OHAL’ê re bêje na dikare di nav hewldanê de cih bigire û em li gel hev bisekinin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ OHAL’Ê BI MÎNAKA ŞÎLÎ PÊKAN E   Ji bo vê yekê mînaka Şîlî heye. Mînaka fîlmê NO heye. Mirov hatin gel hev û bi şeklek aştiyane çalakiyan li dar xistin. Em dixwazin bîrdozî û angajmanên xwe siyasî deynin aliyekî û ji vê pergala zextan rizgar bibin. Em dikarin bi teşeyek aştiyane pêk bînin.”   ‘OHAL’Ê JI BO GUHERTINA DEWLETÊ BIKAR TÎNIN’    Karadag bibîr xist ku bingehek qanûnî û makezagonî ya OHAL’ê tune ye û got: “Heke ku darbe û têkoşîna li dijî terorê ji vê yekê re dikin hincet, hewcehî bi OHAL’ê tune ye. Jixwe Pakêta Ewlehiya Navxweyî destûrê dide vê yekê. OHAL ji bo guhertina dewletê tê bikaranîn. Pêdiviya desthilatdariyê bi OHAL’ê heye ku dewletê biguherîne.”    Karadag bal kişand ser dadgeha herêmî ku li dijî biryara AYM’ê derket û got ku wan carek din şahidiyê kir ku biryarên ji aliyê dadgeha herêmî û hikumetê ve hilnedane micidiyê.    MA / Kenan Kirkaya