Polîsan Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Ergul binçav kirin 2018-01-16 10:03:32 AMED - Polîsan Edîtorê Kovara Modernîte Demokratîk Haydar Ergul dema ji bo biçe Stenbolê çû balafirgeha Amedê, li balafirgehê binçav kirin.  Edîtorê Kovara Modernite Demokratîk Haydar Ergul dema ji bo biçe Stenbolê çû balafirgeha Amedê, polîsan ew li balafirgehê rawestand. Polîsan bi hinceta der barê Ergul de lêpirsîn heye û divê îfade bide ew binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.