Wezaretê 8 serlêdanên ji bo girtiya nexweş Demîrê red kirin 2018-01-16 09:28:22 COLEMÊRG - Seyran Demîr ya ku bi nexweşîna pençeşêrê ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiya 35 kîloyan. Her diçe rewşa Demîrê xerabtir dibe, lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha malbata Demîrê ji bo keça wan bê berdan daxwazname berpêşî Wezareta Dadê kiribûn. Malbatê heta niha 8 caran li Wezaret Dadê daye, lê wezaretê daxwaza malbatê red kir.  Hat diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê di nava 16 salan de 3 hezar û 432 girtî û hikûmxar mirine. Li gorî van hejmaran; her salê 215 girtî li girtîgehan jiyana dimirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Seyran Demîr e ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye û ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan. Her ku diçe rewşa Demîrê xerabtir dibe, lê dîsa jî nayê berdan. Demîr a 30 salî ya bi nexweşînên pençeşêra hestî û Hepatît-B ketiye, her wiha nexweşîna fitiq, danûstendina bêhnê jî lê peyda bûne û tim devê wê birîn dibe. Ji ber vê yekê neçar e ku tenê bi mamayan jiyana xwe bidomîne. Malbata Demir, ji bo keça wan bê berdan 8 caran serî li Wezîreta Dadê dan, lê belê piştî daxwaznameya 8'an bersiv da û daxwaza berdana Demîrê red kir.    WEZÎRETA EDALETÊ DAXWAZA MALBATÊ RED KIR   Xûşka Seyran Neslîhan Demîr ku daxwazname ji Wezîreta Dadê re şand di daxwazameyê de wiha got: "Xuşka min ya ku li hemberî enxweşîneke giran têdikoşe bi îfadeyên şahidê nepen hat girtin. Ji bo îfade bide birin emniyetê lê wê girtin. Dema ku me wê dît li ber mirinê bû. Her ku diçe dihele û bi mirinê re rû bi rû ma ye niha. Daxwaza me ew e ku xuşka min bê berdan. Bila li derve bê darizandin." Wezareta Edaletê piştî 8 dîlekçeyan daxwaza malbatê red kir û ev bersiv da malbatê: "We ji bo Seyran Demîr ya niha li girtîgehê cezayê xwe dikişîne serî li wezaretê daye. Ji bo nexweşina wê heye daxwaza we ewe ku li derve be bê darizandin. Seyran Demîr niha cezayê xwe dikişîne, girtin an jî berdandina wê di çarçoveya nav peywira dadgeh û dozgeriyê de ye. Ji ber ku ev daxwaza we ne peywira me ye daxwza we hatiye red kirin."   ÇI QEWIMÎ BÛ!   Seyran Demîr bi hinceta beyanên şahidên veşartî di 13’yê Sibata 2013’an de hat binçavkirin û di 16’ê Sibata 2013’an de li Wanê derxistin pêşberî Dadgehê û bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Demîr ya ku di nav 40 rojan de ji 56 kîloyî daket 30 kîloyî, piştî 9 meh girtî ma û şûnde di 12’ê Mijdara 2013’an de di danişîna pêk hat de, hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Wanê di 7'ê Çileya 2014’an de li gorî maddeya 314/2 a TCK bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Seyran Demîrê birî. Parêzer doz ji bo temyîzê şand Dadgeha Bilind, lê Dadgeha Bilind 2015’an de cezayê Demîrê erê kir. Seyran Demîr ku dihat dermankirin û rewşa wê ya tenduristiyê ber bi başiyê ev diçû, di 25’ê Mijdara 2015’an de polîsan avêt ser mala wê ya li Rihayê û ew binçav kirin û cardin hat girtin. Li Midûriyeta Polîsan a Rihayê, Demîr bi îşkenceya  zayendî ya polîsan re rû bi rû ma û derûniya wê xerab bû û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 26 rojan di hucreyê de hat ragirtin û dûre sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Karataşa Edeneyê hat kirin. Demîr, piştî demek şûn de sirgûnî Girtîgaha Tîpa T a Tarsûsê ku bi muameleyên xerab tim dikeve rojevê hat kirin. Demîr di nameya xwe ya ji ÎHD’ê re şand de wiha got ku li gel nexweşbûye jî bi rîngê hatiye sirgûn kirin, hatiye derpkirin, gardiyan û leşkaran tim heqaret û dijûn li wê kirin e.