Hiqûqnas Ozer: Wê yekîtî bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike 2018-01-16 09:27:04 AMED - Hiqûqnas Mûstafa Ozer xebatên yekîtiya netewî ya kurd nirxandin û got di şer de be jî wê yekîtiya netewî ya kurd bi awayekî erênî bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn bike.  Xebatên di çarçoveya yekîtiya netewî ya kurd de didomin. Herî dawî çend roj berê li Amedê hevdîtina "Kurd pêvajoyê nîqaş dikin" çê bû. Di hevdîtinê de komeke xebatê ya ji 20 kesan pêk tê hat avakirin. Yek ji van kesên di komê de cih digire huqûqnas Mûstafa Ozer e. Ozer xebatên ji bo yekîtiya netewî tên kirin nirxandin û got yekîtiya netewî ji bo kurdan bivênevê ye û heke yekîtî çê bibe wê bandoreke erênî li erdnîgariya Rojhilata Navîn bike.    Ozer destnîşan kir ku pirsa yekîtiya netewî ya kurd pirseke zaf girîng e û divê çi sazî û çi kes hemû kurd li ser vê mijarê hûr bibin. Ozer bi lêv kir ku Rojhilata Navîn veguheriye guloka agir û di nav vê guloka agir de herî zêde kurd digerin. Ozer diyar kir ku li her çar perçeyan ji bo kurdan jiyaneke kêfxweş tune ye û ev tişt gotin: "Li her aliyî êrîş hene. Ji bo kurd bêhnê bistînin, pêvajo çi dibe bila bibe divê li ser yekîtiyê biaxivin. Jixwe di demên herî bipirsgirêk de behsa yekîtiyê tê kirin. Di nêvengeke kêfxweş de axaftina vê yekê bêwate ye."    ‘KESÊN TEV LI CIVÎNÊ BÛN DI WARÊ YEKÎTIYÊ DE HEVFIKIR IN'    Ozer civîna ku li Amedê çê bû nirxand û destnîşan kir ku hemû kes û saziyên tev li civînê bûn di warê yekîtiyê de hevfikir in. Ozer anî ziman ku hin partiyên siyasî guh nedane vexwendnameyê û wiha domand: "Ji bo yekîtiyê bangek heye. Hin partiyên kurd guh nedan vexwendnameyê, ev cihê fikirînê ye. Dibe ku tu kesê te vedixwîne necibînî û rexen bikî, lê a muhîm hatina wir û bilêvkirina rastiyên xwe ye." Ozer girîngiya yekîtiyê bi mînaka Kobaniyê da û ev tişt gotin: "Ji ber kurd li Kobaniyê dînamîkên xwe anîn cem hev dîrokek nivîsandin. Spontane be jî yekîtiyek çê bû." Ozer got ku li Başûr kadroyeke ku îdia dike ku 25 sal e ew dewletekê bi rê ve dibe, Mesûd Barzanî, bi tena serê xwe biryar da û referandûm çê kir û wiha domand: "Piştî referandûmê xakên Kurdistanê ji dest çûn. Divê kurd rûnên û dûr û dirêj li ser vê yekê bifikirin. Girîngiya yekîtiya netewî li vir derdikeve holê."    ‘DIVÊ MAKEQANÛNA YEKÎTIYÊ BÊ ÇÊKIRIN'    Ozer destnîşan kir ku yekîtî perspektîfeke berfireh e û divê partî berjewendiyên xwe deynin aliyekî û li ser mijara "Wê tevgera siyasî ya kurd li erdnîgariya Rojhilata Navîn çawa bi rê ve biçe" bifikirin û makeqanûna sereke ya yekîtiyê bê çêkirin. Ozer got ku divê hevsengên ku liv û tevgerên kesên li her çar perçeyan serwer in bên astengkirin û wiha got: "Heke ev neyê kirin, wê her tim hêzên derve bi kurdan bilîzin."    'WÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI ROJHILATA NAVÎN BIKE'    Ozer destnîşan kir ku bi her awayî wê yekîtiya kurdan bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike. Ozer bi lêv kir ku di nav şert û mercên şerî de be jî wê yekîtiya netewî ya kurd bandoreke erênî li erdnîgariya Rojhilata Navîn bike û ev tişt got: "Çimkî li her çar perçeyan jî pirsgirêka kurd heye. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke ku çar dewletan têkildar dike. Li Astana û Soçiyê civîn tên çêkirin. Tê nîqaşkirin wê kurd tev li van civînan bibin an na. Li qadê ew şer dikin, lê yên vê yekê nîqaş dikin hêzên serdest in. Ev yek ji ber nebûna yekîtiya kurdan e. Dema yekîtî çê bibe wê wisa ne hêsan be ku hesab û kitab li ser kurdan bên kirin."